> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî-15.03.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-15-03-2023/
- Published: 2023-03-15T07:06:35.000Z
- Updated: 2023-03-15T07:06:35.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Medyaya kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'

> Li Kadîfekaleyê ku Rahaşan Demîrelê bi bendena xwe agirê Newrozê lê hil kiribû, îsal dê Newroz di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Mahsûn Koç, diyar kir ku êdî dawiya desthilatê hatiye û divê hemû kesên aştîxwaza li qadên Newrozê bin.   
>  
>  
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/201688?ref=botantimes.com)

## MC û Haalandî dîrok nivîsî

> Êvara 14'ê mehê di Lîga Şampiyonan de du maç hebûn. Ji van Manchester City (MC) tîma alman RB Leipzing kir mêvan lê bê rehm tevggeriya: Tam 7 gol avêtin, ji van 5 gol Haalandî avêtin û 5 rekor şikandin. Werin em ji serî de lê binêrin.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56303&ref=botantimes.com)

## Iraqê ji Tirkiyeyê xwest avê berde

> Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wana ji Tirkiyeyê xwestine para avê ya Iraqê zêdetir ji robarê Dîcle û Firatê berdin. Berdevk ragihand ku pêwîstiya Iraqê her saniyek bi bi 400-500 metre kûp avê heye  
>  
>  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/iraqe-ji-tirkiyeye-xwest-ave-berde/?ref=botantimes.com)

## “Mirov ji bo neçin tiwaletê avê venaxwin”

> Li ser erdhêjên 6ê Sibatê re 37 roj derbas bûn. Lê li herêma erdhêjê hêj problemên av û hîjyenê nehatine çareser kirin.  
>  
> Gotina bijîşkekî ji Semsûrê ya,“Mirov bo neçin tiwaletê avê venaxin” rewşa heyî radixe ber çavan.  
>  
> [Botan Tîmes](https://www.botantimes.com/mirov-ji-bo-necin-tiwalete-ave-venaxwin/)