> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî - 16.01.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-16-01-2023/
- Published: 2023-01-16T17:15:06.000Z
- Updated: 2023-01-16T17:15:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/KMM.jpg)

> Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna çapemeniyê ya navenda HDP’ê de ya diyar kir ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û armanc û plana dozê ew e ku HDP’ê tasfiye bikin.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/sancar-me-seri-li-dadgeha-destura-bingehin-da/?ref=botantimes.com)

> Medyaya mixalif û ya aligirê desthilatê jimara weşanên xwe yên li ser hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê zêde kirine.   
>  
> Ji bo şopînerên medyaya kurdî dîsa çavkanîyên gelek sînordar hene. Rêjeya welatîyên kurd tê texmînkirin ku ji sedî 20-25ê nifûsa Tirkiyeyê ye. Lê rêjeya temsîlîyeta di medyayê de gelekê kêmtir e.   
>  
> [BotanTimes](https://www.botantimes.com/di-pevajoya-hilbijartine-de-li-tirkiyeye-2-071-rojname-derdikevin-1-kurdi-ye/)

> Di bin banê baroyên bajarên kurdan de komîsyonên ziman hatine sazkirin. Ev komîsyon xebatên xwe yên li ser ziman didomînin. Niha wan hemûyan bi hev re komxebateke saz kirin.  
>  
> [Diyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=55979&ref=botantimes.com)

> Rewşa edebiyeta kurdȋ ya ȋroyȋn, em dikarin bi serfirazȋ bȇjin, ku li ser dereca nizim derdikeve ȗ berȇ wȇ ketiye dereca bilind. Niha em dikarin bȇjin, ku hinek roman ȗ helbestȇn nivȋskarȇn kurd, pir baş, bi rȇk ȗ pȇk hatine nivȋsar, lema jȋ ewan hatine wergerandin ȗ çapkirin bi zimanȇn cȋnar ȗ xȇrxwezan.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/ez%c8%8bz%c8%87-gerdenzer%c8%8b-rewsa-edebiyeta-kurd%c8%8b-ya-%c8%8broy%c8%8bn-ku-li-ser-dereca-nizim-derdikeve-%c8%97-ber%c8%87-w%c8%87-ketiye-dereca-bilind/?ref=botantimes.com)

> Li Geliyê Zîlanê ku li Erdîşa Wanê ye di 13ê Tîrmeha 1930an de bi hezaran Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Bendava Koçkopriyê li ser çemê Geliyê Zîlanê hatiye avakirin. Piştî ku ava bendavê kêm bûye di 12ê Kanûna Pêşiya 2022an de gelek hestîyên mirovan derketine holê. Têkildarî hestiyan pêşniyarname ji bo lêkolînkirinê hatibû dayîn. Lê belê nehatiye qebûlkirin.  
>  
> [bianet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/272899-pesniyarnameya-tekildari-hestiyen-li-zilane-nehatiye-qebulkirin?ref=botantimes.com)

> Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi rojeva mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê, hilbijartin û “Konferansa Komara Demokratîk” civiya.   
>  
> Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya. Di civîna ku li Navenda Giştî ya HDP’ê de tê lidarxistin de, wê mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku di 15'ê çile de li Kartala Stenbolê pêk hat bê nirxandin û xebatên li ser amadekariyên hilbijartinê bên nirxandin.  
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/194852?ref=botantimes.com)