> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî - 18.01.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-18-01-2023/
- Published: 2023-01-18T06:42:12.000Z
- Updated: 2023-01-18T06:42:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Kurd, Kurdî, KurdîHilbijêre, Kurdish, KurdishMedya, medyayKurdi, TwitterKurds, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/KMM.jpg)

> **Rejîma Îranê ji bo şopandina cil û bergên jinan li kolanan kamera bicih kirin**  
>  
> Li gorî rojnameya Wall Street Journal, rejîma Îranê “polîsên exlaqî” bi kamerayên çavdêriyê yên kolanan cil û bergên jinan kontrol dike û kesên ne li gorî qanûna cil û bergan tevbigere wan ceza dikin  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/rejima-irane-ji-bo-sopandina-cil-u-bergen-jinan-li-kolanan-kamera-bicih-kirin/?ref=botantimes.com)

> **Hilbijartina Hevjînê Girîng e**  
>  
> Ji bo mirovekî di jiyanê de nav hilbijartinan de hilbijartina herî girîng hevjîn/hevser e.  
>  
> Tercîha hevjînê ku şaş be, jiyana mirov û yê zarokan hemûyan dikeve bin bandorê û jiyan tevlihev dibe.Zarok her dem aramî û rêkûpêkîya mal baldarin û li gor wê tevgerên xwe baş dikin. Ku malekê de aramî tune be, nav hevseran de gengeşî hebe tu caran di wê malê de zarokên pêşketî dernakevin, giyan û psîkolojiya wan tim tevlihev dimîne.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/hilbijartina-hevjine-giring-e/?ref=botantimes.com)

> **Piştî kuştina Mîr Perwer, vê carê diya wî canê xwe ji dest da**  
>  
> Hunermend Mîr Perwer roja 23’yê berfanbara 2022’yan li Parîsê li Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kayaligel Emine Kara û Abdurrahman Kizil hatibû kuştin. Cenazeyê wî anî bûn Mûşê lê di dema definkirinê de gelek bûyer derketibûn. Û niha diya wî Filiz Aydin canê xwe ji dest da.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=55984&ref=botantimes.com)

> **“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”**  
>  
> Kemal Kûrkût, xwendekarê zanîngehê di Newroza 2017an de li Amedê hatibû kuştin. Di doza kuştina Kûrkûtî de Polîsê ku bi tohmeta “bi qestî kuştiye” dihat dadkirin, beraet kir.  
>  
> Parezerê malbata Kurkut Serdar Çelebî biryarê dadgehê ji Botan Timesê re nirxand.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/25-sal-e-parezer-im-min-hej-neditiye-ku-polisek-ceza-girtiye/)

> **‘Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’**  
>  
> Walîtiya Şirnexê gef li welatiyên ku bêyî agahiya wan darên wan tên birîn û li dijî vê derdikevin xwar. Ji welatiyan Ahmet Koluman got ku walîtiyê gefa betalkirina tapûyên wan lê xwariyê û wiha got: “Ji me re gotin; ‘we bivê û nevê jî em ê daran bibirin.’ Lê me bikujin jî em ê dev ji vê doza xwe bernedin.”   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](https://www.botantimes.com/25-sal-e-parezer-im-min-hej-neditiye-ku-polisek-ceza-girtiye/)

> **Ji ber kuştina bigûman a li girtîgehê doz vebûye**  
>  
> Ji ber mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî, bi tohmeta ku “karê xwe baş nekirine” doz li 5 gardiyanên Girtîgeha Aydinê vekirine.  
>  
> [bianet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/272944-ji-ber-kustina-biguman-a-li-girtigehe-doz-vebuye/?ref=botantimes.com)