> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî-2.02.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-2-02-2023/
- Published: 2023-02-02T06:42:02.000Z
- Updated: 2023-02-02T06:42:02.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Ji bo sazkirina daristana li Şengalê konserek tê sazkirin**

> Însiyatîfa Aştî û Hêviyê ya Kurdistanê li Şengalê daristaneke ava dike. Ji bo vê yekê jî 3'yê mehê li Bielefeldê konserek li dar dikeve. Hunermend Yelda Abbasi, Laia Genc, Nûrê Dilovanî û Beata Wolf wê beşdarî konserê biin.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56044&ref=botantimes.com)

**Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin**

> Li Şirnexê her sal piştî ku li herêmê hewa germ dibe koçer berê xwe didin zozanan. Dema ku hewa dicemide jî berê dîsa didin deştê, cihê germ. Li herêmê welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin ji ber krîza aborî ya heyî rojên zehmet dikişînin. Koçeran jî para xwe ji vê krîza aborî girtin. Ji ber bihabûna êm û mesrefek zêde lê dibe koçer nekarin karên xwe bikin  
>  
> [Ajansa Mezopotamya](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/196340?ref=botantimes.com)

**Anthony Blinken bi Mahmûd Abas re hevdîtin kir**

> Anthony Blinken piştî hevdîtina xwe ya li Ramalahê bi Serokê Filistînê Mahmûd Ebas re ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden girêdayî fikra çareseriya bi riya avakirina du dewletan e  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/anthony-blinken-bi-mahmud-abas-re-hevditin-kir/?ref=botantimes.com)

**Mamikên Gundikê Melî / Herêma Botan**

> Mamik li hin herêman wek tiştonek têne zanîn. Min ev mamikên li jêr sala 2010ê ji bo malpera xwe Kurdîgehê berhev kiribûn. Gundikê Melî 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/mamiken-gundike-meli-herema-botan/)

**Freedom House-ê di kampanyaya xwe de cih daye rojnameger Safiye Alagaşê**

> Freedom House-ê ji bo mafparêz û rojnamegerên li seranserê cîhanê girtî ne kampanyayek daye destpêkirin û cih daye Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Safiye Alagaşa ji 16ê Hezîrana 2022yan ve girtiye.  
>  
> [bîanet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/medya/273616-freedom-house-e-di-kampanyaya-xwe-de-cih-daye-rojnameger-safiye-alagase?ref=botantimes.com)