> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî-22.01.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-22-01-2023/
- Published: 2023-01-22T07:02:45.000Z
- Updated: 2023-01-22T07:02:45.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, BotanTîmes, Kurd medyasi, Kurdish, Kûrt medyasi, medyayKurdi, Rojev, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/KMM.jpg)

**Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan**

> Li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê cerdevanê bi navê Ç. B. tacîza zayendî li zaroka 14 salî kiriye. Li gel ku cerdevan ji ewil hatiye binçavkirin jî lê piştre hatiye berdan.   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/195378?ref=botantimes.com)

**Divê em hemberî karneyê xerab çibikin?**

> Bêhna somestrê dest pê kir. Ev heyama betlaneya 15 rojan ji bo xwendekaran di warê pêşkeftina wan a akademîk, derûnî û laşî de pir girîng e. Pispor Psîkolog Can Gezgor ji bo dê û bavan pêşniyarên xwe kirin ku vê betlaneyê bi bandor bikar bînin.  
>  
> [Çandname](https://candname.com/dive-em-hemberi-karneye-xerab-cibikin/?ref=botantimes.com)

**M. Masum Suer: Ma dema we digot îhtişam we behsa vê avahîyê dikir?**

> Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2021ê îlan kir ku ew ê ji bo berçavkirina îhtişama Sûrên bajarî xaniyên li serdora bajarî xera bike. Nêzîkî 200 avahiyan hat xerakirin. Şaredariyê xera kir paşê avahîyeka spî daye çêkirin.  
>  
> Wênegirê xwedanxelat M. Masum Suer piştî girtina wêneyekê Birca Benûsenê pirsî “ev çi avahiya spî ye li pêşiya bircê?”  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/m-masum-suer-ma-dema-we-digot-ihtisam-we-behsa-ve-avahiye-dikir/)

**Ev jî sextekariya Îyî Partiyê ye**

> Îyî Partiyê jî rêbaza AKP’ê bi kar anî û di bin navê ‘alîkariya xwarinê’ê de nasnameyên şêniyên Sîlopiyayê girtin û weke endamên xwe qeyd kirin.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/ev-ji-sextekariya-iyi-partiye/?ref=botantimes.com)

**5 kurdên ji Başûr çima hatin kuştin?**

> Ji gumanbarên bûyera Mêrdînê ku 5 welatiyên ji başûrê Kurdistanê kuştin, A.K, her çiqas bêje ku wan êrişê pêk aniye jî lê êrişkarê ku tê gotin pê li tetikê kiriye û hatiye tespîtkirin ku li Duhokê li sîteya qurbaniyan dixebite jî îdia dike ku eleqeya wî bi êrişê re nîne.   
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56000&ref=botantimes.com)