> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêrîya li medyaya Kurdî - 23.01.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-23-01-2023/
- Published: 2023-01-23T07:03:23.000Z
- Updated: 2023-01-23T07:03:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Kurd, kurdhs, Kurdîstan, MedyayaKurdî, TwîtterKurds, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/KMM-1024x576-1.jpg)

**Karkerên înşaatê xwestin yewmiyeya wan bibe 600 lîre**

> Karkerên înşaetê, li Amedê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku heta yewmiyeyên wan dernekevin 600 lîreyî wê dernekevin ser kar.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/karkeren-insaate-xwestin-yewmiyeya-wan-bibe-600-lire/?ref=botantimes.com)

**Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne**

> Li gorî daneyên ÎHD'ê yên Nîsana 2022'an, li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji aliyê Wezareta Dadêve giştînameyeke bi nave "Pêvajoya Sivikkirina an Rakirina Cezayên Kesên Ji ber Astengdaran û Nexweşiya Daîmî" hat weşandin.  
>  
> Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş ne çareserî ye û got: “Tekane çareserî ew e ku xalên ‘cihêkar’ ên di Qanûna Bingehîn de ji holê bên rakirin.”   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/195454?ref=botantimes.com)

**Rojnameger Aygul: Ez ditirsim min bikujin**

> Rojnamegerê Kurd Sînan Aygul ku li Bedlîsê karê xwe yê rojnamegerî dike, Ji ber nûçeyên xwe heta niha der barê wî de 7 lêpirsîn hatine dest pê kirin. Rojek berê carek din hat binçavkirin û piştî îfadeyan hat berdan. Hema hema her meh tê binçavkirin.  
>  
> Aygul ku van deman ser hev de tên binçavkirin û berdan got, “Ez ditirsim rojek li kuçeyê min bikujin. Lê ji bo pîşeya me ezê ber xwe bidim.”  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56002&ref=botantimes.com)

**Li Tirkiyeyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê û xizaniyê re rû bi rû ye!**

> Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (Veli-Der) rapora nîvsala 1emîn a sala perwerdehiyê ya 2022-2023an parve kir.  
>  
> Li gor rapora komeleyê ji her du zarokan yek bi birçîbûnê re rû bi rû ye.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/li-tirkiyeye-ji-her-du-zarokan-yek-bi-bircibune-u-xizaniye-re-ru-bi-ru-ye/)