> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêriya li medyaya Kurdî 29.01.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-li-medyaya-kurdi-29-01-2023/
- Published: 2023-01-29T07:04:08.000Z
- Updated: 2023-01-29T07:04:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, Dîyarbekîr, haber, Kurdî, Kurdîstan, Medya, MedyayaKurdî, TwîtterKurds, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/KMM.jpg)

**“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje”**

> "Rojekê em disa çûbûn zêvîyê. Me dît ku ji nişka ve dengên topa hat. Li alîyê malê me dûman radibû. Hinekan bang dikir û digot ‘Daîşê çi tê ber ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje”   
>  
> Jineka ji Kobanîyê bi van gotinan behsa demên xwe yên dawîyê yên li bajarê xwe kir.  
>  
> Bi sedan malbat, di sala 2014an de ji şerê Kobaniyê reviyane û xwe li Sirûcê girtine.   
>  
> Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Botan Timesê re got ka ew ‘çawa ji şer rêviya ye.’  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/daise-ci-te-ber-ya-disewitine-yan-ji-bi-cekan-dikuje/)

**Li Îranê bangên ji bo beşdariya nerazîbûnên giştî**

> Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, di roja 133’yemîn de berdewam dikin.  
>  
> Duh komek çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang li her kesê kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî lidarbixin. Li gorî malperên medyaya dijîtal, bang li her kesê tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolana û xwepêşandanan bikin.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/li-irane-bangen-ji-bo-besdariya-nerazibunen-gisti/?ref=botantimes.com)

**Di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMMEyê dane**

> Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daneyên dozan ên sala 2022yan aşkere kirine.  
>  
> Li gorî van daneyan, di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serîla DMMEyê dane ku rêjeya wê 26,9 e.  
>  
> [bîanet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/273426-di-sala-2022yan-de-heri-zede-ji-tirkiyeye-seri-li-dmmeye-dane?ref=botantimes.com)

**Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû**

> 42’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê endamên Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî û endamên Pêşbaziya Seyfi Teoman a Fîlmê Yekem eşkera kir.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56028&ref=botantimes.com)

**Meriv çawa porê hişk biparêze?**

> Ma hûn ji bo lênêrîna porê hişk pêdiviyan dizanin? Pêdivî ye ku hûn porê xwe baş derman bikin da ku maskên lênêrînê yên ku hûn paşê lê dikin dê encamê bidin**.**  
>  
>  
>  
> [Çandname](https://candname.com/meriv-cawa-pore-hisk-bipareze/?ref=botantimes.com)