> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê 13.02.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-nuceyen-li-ser-erdheje-13-02-2023/
- Published: 2023-02-13T08:54:50.000Z
- Updated: 2023-02-13T08:54:50.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, medyaya Kurd, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

**Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin**

> Erdhejên ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû hefteyek li pey xwe hişt û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 8’emîn de berdewam dike. Hê jî bi hezaran cenaze nehatine veşartin û xizmên wan li ber serê cenazeyên sekinîne. Her wiha malbat bi xemgînî li ber kavilan jî li benda rizgarkirina xizmên xwe disekinin.   
>  
> [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/198146?ref=botantimes.com)

**Bo Zîlanê (Dîlan Kuçuker)**

> Cara ewil wexta min dest bi rojnivîska xwe kir nozdehê tebaxa (gelawêja) sala hezar û nehsed û nod û neh ê bû. Yano wextê erdheja Golcuka Kocaeliyê bû. Di rûpela ewilî de min ev nivîsiye "Rojên mirin û xerabûnê ye!". Jê û pê ve bi rojan dest û hestên min negeriyaye ku tiştekî binivîsim. Îro li dû wê rojê nêzîkî bîst û sê salan derbas bûne. Hestên min dîsa eynî ew hest in. Lê vê carê destên min piştî nûçeyeke vê sibê divên bilivin û binivîsin.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56118&ref=botantimes.com)

**Li Semsûrê mexdûrên erdhejê di goman de bi sewalên xwe re dijîn**

> Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Celîkan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi miyên xwe re dijî.  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/li-semsure-mexduren-erdheje-di-goman-de-bi-sewalan-xwe-re-dijin/?ref=botantimes.com)

**Serokê MHPê 6 roj e bêdeng e: Kes nizane li ku ye?**

> Piştî erdhêja Mereşê ku li 10 bajaran bandor kir, bê dengiya Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Behçelî bû rojev.  
>  
> Di vê pêvajoyê de hema bêje ji hemû partiyan, serok û rêveber derketin qadan.   
>  
> Lê heta niha nehatiye dîtin ku Bahçelî li cihekî geriyaye.  
>  
> [Botan Times](https://www.botantimes.com/seroke-mhpe-6-roj-e-bedeng-e-kes-nizane-li-ku-ye/)

**Biryarnameya duyem ya OHALê: Tedbîrên Tenduristiye**

> Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê tedbîrên di warê tenduristiyê de yên di çarçoveya Rewşa Awarte de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.  
>  
> [bîanet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/xweza/274176-biryarnameya-duyem-ya-ohale-tedbiren-tenduristiye?ref=botantimes.com)