> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê: 15.02.2023
- URL: https://www.botantimes.com/cavderiya-nuceyen-li-ser-erdheje-15-02-2023/
- Published: 2023-02-15T06:59:49.000Z
- Updated: 2023-02-15T06:59:49.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: erdhêj, Nûçe, deprem, erdhej, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

## Elbîstan: Em jî nizanin, em biçin an bimînin

> Yeter û birayê xwe dudilî ne. Ji ber erdhejê û karesatê, dixwazin biçin. Lê ji ber ku siberoja wan ne diyar e, dixwazin bimînin.  
>  
> [bîanet Kurdî](https://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/274275-elbistan-em-ji-nizanin-em-bicin-an-biminin?ref=botantimes.com)

## Piştî çar rojan qerisîn û canê xwe ji dest dan

> Li mala Haci Terzî şîn û êşeke nikare bê pênasekirin heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest da. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.”  
>  
> [Xwebûn](https://xwebun1.org/pisti-car-rojan-qerisin-u-cane-xwe-ji-dest-dan/?ref=botantimes.com)

## Ji ber erdhêjê gelo dibe ku dîroka hilbijartinan bê guhertin?

> Lê belê piştî erdhejên li Maraşê ku li 10 parêzgehan bû sedema wêraniyeke mezin, hilbijartin “ji bo niha” ji rojeva hikûmetê û ya mûxalefetê derket.  
>  
> Niha jî ji ber erdhêjê taloqkirina hilbijartinan di kulîsên Enqerê de tê axaftin.  
>  
> [Botan Tîmes](https://www.botantimes.com/ji-ber-erdheje-gelo-dibe-ku-diroka-hilbijartinan-be-guhertin/)

## Li Kobanî 13 dibistanan ji ber erdhejê zirar dîtin

> Roja yekem a erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan hatin betalkirin. Vê yekşemê ji nû ve dibistanan dest bi perwerdehiyê kir lê li herêma Firatê, Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dibistan hê jî girtî ne. Desteya Perwerdeyeyê betlaneya dibistanan heta hefteyeke din li herêmên navborî dirêj kir.  
>  
> [Dîyarname](https://diyarname.com/news.php?Idx=56130&ref=botantimes.com)