> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Cemedên li çiyayên Cîloyê dihelin
- URL: https://www.botantimes.com/cemeden-li-ciyayen-ciloye-dihelin/
- Published: 2023-08-17T08:25:59.000Z
- Updated: 2023-08-17T08:25:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Colemêrgê cemedên li serê çiyayên Cîloyê ji ber germbûna gerdûnî dihelin û li jêr xetereya tunebûnê de ne. Herwiha hat ragihandin ku ji ber helîna cemedan gola qeşayê jî mezin bûye.

Geliyê qeşayê yê herî mezin ê Tirkiyeyê li serê çiyayên Cîloyê ye. Ev herêm di navbera Colemêrg û Geverê da ye. Ew qad ji ber germahîya gerdûnî her diçe biçûktir dibe.

Li gor nûçeya AAyê, zanyar dibêjin valahî û navbirkên di navbera qeşayan da mezin bûne, li binê cemedan valahiyên mezin hene û bila kes dernekeve ser cemedên li vê qadê.