> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Cemile Dinçer: Muzîk ji bo min rêyeka dirêj û dewlemend e
- URL: https://www.botantimes.com/cemile-dincer-muzik-ji-bo-min-reyeka-direj-u-dewlemend-e/
- Published: 2023-06-16T14:33:52.000Z
- Updated: 2023-06-16T14:33:52.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Jineka ku porê wê ber bayê ve diçe bi dengekî zîz strana Şîwan Perver ya ‘Way li Min’ distrê…

Cemile Dinçer di 11 salîya xwe da dersên sazê û di 14 salîya xwe da dersên pîyanoyê û muzîka klasîk xwendîye. Di nav malbata wê da hertim muzîk, stran û kilam hebûne. Niha li Berlînê li zanîngeha Der Kunsteê Konservatuara dewletê beşên caz û muzîka klasîkê dixwîne. Saz û pîyanoyê jî lê dide.

Dinçer dibêje “Muzîk ji bo min rêyeka dirêj û dewlemend e.”

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-16-16.30.13.png)

**Wê strana *Way li Min* ji nû ve bi awayekî cûda deng da û dengê xwe gihand bi hezaran guhdaran.**

> *Way li Min* ji bo min tê wateya serhildana gelê kurd. Loma jî straneka qîmetbilind e. Dema min ji Şivan Perwer guhdar dikir li ser min hestên tevlihev çêdibûn. Ji alîyekî ve bedewî û hestîyarîya muzîka kurdî, ji alîyê din ve jî bertekên dijî vê zilma li ser kurdan rê li ber vekir ku ez vê stranê bibêjim.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-16-16.34.27.png)

> Armanca me ya serekî ew e ku em kilamên gelêrî bigehînin nifşê nû. Lê belê bêyî ku em cewhera wan xirab bikin û dest tê werdin. Mixabin, em niha cihaneka pir bilez da dijîn. Di rewşên wiha da çand tên xirabkirin. Li hemberî vê yekê em dixwazin bi pêş ve biçin û ziman û çanda xwe bi awayekî guncav biparêzin.

Dinçer dibêje ku ev berhem bi taybet li ser medyaya civakî ji hêla nifşên nû ve piştgirîyeka mezin wergirt.

**Mamoste Şivan jî pir ecibandîye**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-16-16.30.53.png)

> Bi ditîna min ev xebat di demeka wiha tarî da hêvîyek da mirovan. Jixwe ev yek jî armanca min a herî mezin bû. Heke me karî em vê heyama reş û tarî bi stranên xwe ronî bikin em dê gelekî bextewer bibin. Herwiha, xebata me ji alîyê hunermendên kurdan ve jî hate ecibandin û teqdîrkirin. Şerh û şîroveyên gelekî erênî gihiştine me. Wextê ku stran temam bû, me ji bo mamosta Şivan Perwer jî şand û gelekî eciband.