> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Chalak Events li Stenbolê du gotûbêjan li dar dixe
- URL: https://www.botantimes.com/chalak-events-li-stenbole-du-gotubejan-li-dar-dixe/
- Published: 2024-05-07T09:28:28.000Z
- Updated: 2024-05-07T09:28:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, Chalak Events, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Chalak Events li Stenbolê, li bin serenavê Sihbetên Çayê, bi du mêvanan, du bernameyan li dar dixe.

Bernameya ewil ya derhêner û lîstikvan Nazmî Karaman e. Karaman, bi moderatorîya Simeyayê, dê li ser mijara *Şanoya Kurdî, Serpêhatî û Derfetan* gotara xwe bo haziran pêşkêş bike û sohbetê bike. Bername 8ê Gulanê sibê, li Stenbolê, dê li Nînova Cafeyê saet 20:00an dest pê bike.

Bernameya duyan ya etnomuzîkolog û muzîkjen Serdar Canan e. Canan, bi moderatorîya Kulîlk Şenê, dê li ser mijara Termînolojîya Muzîka Kurdî gotara xwe bo haziran pêşkêş bike, sohbetê bike û dê bistrê. Bername 11yê Gulanê, li Stenbolê, dê li Nînova Cafeyê saet 16:00an dest pê bike.

Chalak Events dezgeheka serbixwe ye ku ew ji sala 2017yan vir ve li ser cîhana kurdî ya sosyal, çandî û hunerî çalakîyan li dar dixe.