> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# CHPê bersiv da banga Buldan
- URL: https://www.botantimes.com/chpe-bersiv-da-banga-buldan/
- Published: 2023-01-23T19:33:09.000Z
- Updated: 2023-01-23T19:33:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, CHP, HDP, seçim, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/chp.jpg)

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba bertek nîşanî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan da.

Buldan bang li Masayê Şeşan kiribû û daxwaz kiribû ku piştgiriyê bidin namzeta/ê wan ê serokomariyê.

Ağbaba jî bo daxuyaniya Buldan got: “Rastiyên Tirkiyeyê diyar in, ger ku em dixwazin ev sîstem bi dawî bibe divê namzetê/a herî xurt e were piştgirî kirin."

**Buldan Çi gotibû?**

“Masayê Şeşan ji me dixwaze ku ‘li kêleka me nebin, em ê bi we re di heman wêneyê de neyîn dîti. Lê bê şert û merc dengê xwe bidin namzetê/a me da ku em ê vê desthilatê biguherînin’ lê ew ne mimkûn e. Bila Masayê Şeşan namzetê xwe vekişîne, dengê xwe bidin namzetê me.”