> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Cilda yekem a Avestayê ji Weşanên Nayê derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/cilda-yekem-a-avestaye-ji-wesanen-naye-derketiye/
- Published: 2021-11-16T13:42:04.000Z
- Updated: 2021-11-16T13:42:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî 31  
salan beşek ji vekolînên xwe yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kiriye  
Weşanxaneya Nayê cîlda yekem **“Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra”** çap kiriye. Ev beşa bi  
sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cîldan pêk tê.

**Peyama Weşanxaneya Nayê di derbarê vê weşanê de ev e:**

*''Çima Avesta? Çima destnivîsên orîjîn yên Avestayê, çima transkrîpsiyona Avesta’yê û*  
*çima Avesta’ya bi fonta Avestî?*

*Her tiştê heyî û jiyî di nav tovê xwa da veşartî ye. Jibo ku meriv hişk nebe û runexe,*  
*pêwistiya meriv bi tovên xwe yên destpêkê heye. Tiştê ku jiyanê dike jiyî û jînbar, tovê*  
*destpêkê ye. Milet jî weha ne. Milletên ku xwe di nav tovên xwe da hewandine, ji nav*  
*tovên xwe bişkivîne û pê geş bûne, ewqas bi hêsanî jiyana heyî û dayî ji bîr nakin.*

*Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistanê û*  
*zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta*  
*û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esyeya Dûr ji sînorên hemî*  
*tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin*  
*bandora Avesta û Zarathushtrayiyê da mane, bê sînor jê îstîfade kirine, xwe pê ava*  
*kirine.*

*Me ev cîlda yekem diyarîyî Evdalê Zeynikê kiriye, û em dil dikin her cîldekê diyarî*  
*dengbêjekî/e din yê/ya Kurd bikin. Li gor ragihandina Beyhanî Şahîn: Jixwe*  
*Zarathushtra bi xwa manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye loma jî em bi hêvî ne ku ew*  
*pireya poetîk ya destpêkê dîsan bikare bigêhije xwadiyên xwa yên îro, bigêhije*  
*dengbêjan*.

*Em ê wekî Weşanxaneya Nayê di bin beşa “avestolojiyê” da pêşta dest bi weşandina*  
*van vekolînên dîrokî yên dozdeh (12) cîldî bikin. Cara yekem ewê li Kurdistan’ê bingeha*  
*“avestolojiyê” li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk were daynîn. B. Şahîn*  
*divêje:Tevî ku li Kurdistan’ê çend wergerrên Avesta û Gāthā’yan hatine çap kirin jî, ti*  
*muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tun e. Ew werger wekî hewldanên*  
*ezoterîk* *in.* ''

Gāϑā’yên Zarathushtra

Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng  
yên dîrokî di derbarê Gāthāyan de daye. Di destpêka pêşgotina xwe da dibêje:  
Gāthāyên Zarathushtra piçekî dişibin derîyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye  
xwendin. Pê ra hurgilîyên girîng di derbarê Ahuramazdā da dane.

Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi  
tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kîjan wateyê dide, formên wê yên  
kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî  
yên fonolojîk zelal kiriye.

Pêra B. Şahîn Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê  
da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.

Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthāyan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye  
kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.
2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.
3. Di beşa sêyem da hemî Gāthāyên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin,  
bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

Piştî ku ew beşên di nav Gāthāyan da rêz dike, paşê her sê lawijên/malikên herî  
pîroj yên di nav Gāthāyan da vedibêje. Di dawiyê da belgeya herî kevin ya nivîskî ya ku  
tuşî heyama 9\. ya piştî mîladê dike û tê da malikeke Avestayê bi elfebeya zimanê Sogdî  
hatiye nivîsîn, pêşkeşî me dide.

Cara yekem zimannasekî Kurd bi metodên akademîk yên zimannasiyî Gātāyan û  
Avestayê amade dike û pêşkeşî neteweya Kurd dike.

B. Şahîn di berdewamiya nivîsa xwa da ewa dibêje:

Bihayê Avestayê yê wêjeyî, hunerî, çandî, zmanî, felsefî, civakî, huquqî, astronomiyî,  
tibbî, dînî, sprîtuwel û dîrokî hew dikare bi tiştekî jiyî û nejiyî ra were pîvîn û muqeyese  
kirin.