> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Çima hinek kes çep û rastê xwe tevlihev dikin?
- URL: https://www.botantimes.com/cima-hinek-kes-cep-u-raste-xwe-tevlihev-dikin/
- Published: 2023-01-31T10:19:06.000Z
- Updated: 2023-01-31T10:19:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, çep rast, dest, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dibe ku wekî xeletiyeke zarokatîyê bê dîtîn lê hejmareke ecêb mirovên mezin cep û rastê xwe tevlî hev dikin.

Zanyaran jî li pêy vê xeletiyê ketin da ku fêm bikin sedem çi ye?

Her çend piraniya me di dema zarokatiya xwe de fêrî çep û rastê xwe bibin jî ev yek ji bo hemû kesî ne derbasdar e.

Ji bo hin kesan ji hevkirina çep û rast ê wekî çûn û hatina xwarê û jorê hesan be jî ji bo hin kesan dijwar e.

Li gorî lekolîna hatiye kirin ji 6 kesan yek çep û rastê xwe tevlî hev dike.

Ineke van der Ham, profesorê neuropsîkolojiyê li Zanîngeha Leiden a li Hollandayê dibêje:

> Tu kes zehmetî nakişîne ku bêje tiştek li pêş e an li paş e. Lê rast û çep cuda ne. Ji ber simetrîkê tevlîhevî çêdibe."  
>  
> Ji ber ku ger hûn pişta xwe bizivirînin ew cûda ye, berevajî vê yekê ye, ew e ku dibe sedema jî tevliheviyê.  
>  
> Cûdahiya di navbera rast û çep de bi rastî pêvajoyek pir tevlihev e. Pêwist e ku meriv bi pêvajoyên dîtbarî û mekanî serî li bîr, ziman û meyldariya derûnî bide.

Lêkolîner nû dest pê dikin ku fêm bikin ka çi di mejiyê me de diqewime dema ku em vê yekê dikin, û çima ew qas hêsan ji hin kesan re tê.

**Çavkanî:** BBC Turkçe