> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ciwan Haco: Wexta çûm Batmanê pê hesam çi qas têm hezkirin, şoq bûm!
- URL: https://www.botantimes.com/ciwan-haco-wexta-cum-batmane-pe-hesam-ci-qas-tem-hezkirin-soq-bum/
- Published: 2023-01-07T19:41:09.000Z
- Updated: 2023-01-07T19:41:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Stranbêj Ciwan Haco di [hevpeyvîneka](https://www.gazeteduvar.com.tr/ciwan-haco-ez-dixwazim-pevajoya-asitiye-bila-disa-were-haber-1597291?ref=botantimes.com) digel Diljen Ronî ya ji bo GazeteDuvarê de diyar kir heta çûna Batmanê wî nedizanî çi qas tê hezkirin.

**Ez Şoq bûm**

"Bi rastî jî dema min dest pê kir min nizanîbû wê evqas hezkirin çêbibe. Ew hezkiriya miletê min bi min re, tabî ez vê nadime malê dinyayê.

Kengî ez pê hesam?

Wexta ez çûma Batmanê ez pê hesam. Min dît ev qas hezkirin, wilo çêbûye ez şoq bûm. Bi rastî heta niha gelek caran jî ez behs dikim.

Ev tiştekî pir pir qîmetlî ye. Lê ez dikarim vê ji te ra bêjim, belê dawiya muzîkê nîne, lê ez gihame ew tiştê ku ez lê digeriyam. Qebulkirina miletê min, ji min re, hezkirina welat ji min re, çawa ew ji min hez dikin ez jî zêdetir ji wan hez dikim, belê ez gihame wêna, ez spasî ya wan dikim."

Wêne: Facebook/CiwanHaco