> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Cureyekî nû yê masî hat keşfkirin: Dikare bi seatan li derveyî avê bijî
- URL: https://www.botantimes.com/cureyeke-nu-ye-masi-hat-kesfkirin-dikare-bi-seatan-li-derveyi-ave-biji/
- Published: 2023-07-16T12:58:13.000Z
- Updated: 2023-07-16T12:58:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li welatê Bolîvyayê yê Amerîkaya Başûr cureyekî nû yê masî yê hat keşfkirin ku dikare bi saetan li derveyî avê bimîne û bêhn bigre.

Ev cûreyê masîya nû ji hêla lêkolîner Heinz Arno Drawertî ve hatiye keşifkirin.

Tê gotin ku ev masî dema dixwaze ji avê derdikeve û bi seatan dikarê li derveyî avê bimîne.

Lêkolîner Drawerê ku bi salan e li ser cureyên masîyan lêkolînan dike dibêje: "Ev masiyê xerîb bi qasî pênc santîmetreyan dirêj e. Laşê wê kesk û gewr e û li ser laşê wê nexşên rengîn hene.

Lêkolîner Drawert destnîşan kir di nava 20-30 salên dawî da beşek mezin ya ji jîngeha van masîyan tune bûye got; "Divê cureyên masîyên ku nû hatine dîtin bên parastin."