> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza daye serokê berê yê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
- URL: https://www.botantimes.com/dadgehe-6-sal-u-3-meh-ceza-daye-seroke-bere-ye-enstituya-kurdi-ya-stenbole/
- Published: 2024-10-18T12:12:05.000Z
- Updated: 2024-10-18T12:12:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hevserokê berê yê Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Eyyub Subaşi, di rûniştina duyem a dadgehê de 6 sal û 3 meh ceza standiye. Ev biryar salekê piştî desteserkirina wî hatiye dayîn.

Enstituya Kurdî ya Stenbolê ev biryar wek "nehiqûqî" bi nav kiriye û diyar kiriye ku xebatên zimanê kurdî, aktîvîzma zimanê kurdî û mafparêzî nabe ku bibin mijara cezakirinê.

Enstituyê bang li raya giştî kiriye ku li hemberî van êrîş û cezayên "neheq" bêdeng nemînin. Li gorî daxuyaniya Enstituya Kurdî ya Stenbolê, armanca van pêkutiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin.

Di dawiya daxuyaniyê de Enstitu dibêje: "Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin û vî cezayê nerewa bi paş ve bikêşin!"

> Salek berî niha hevserokê berê yê komeleya me mamoste Eyyub Subaşi bi awayekî nehiqûqî hatibû binçavkirin û îro dadgehê di danişîna duyem de bi awayekî nehiqûqî 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Nabe ku xebatên zimanê kurdî, aktîvîzma zimanê kurdî û mafparêzî bibin mijara cezakirinê. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êrîş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkutiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin û vî cezayê nerewa bi paş ve bikêşin!  
>  
> Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

> [](https://twitter.com/EnstituyaKurdi/status/1847196975139086594?t=CZ1yhtPVx2CqUhHcRcLpRQ&s=08&ref=botantimes.com)