> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje”
- URL: https://www.botantimes.com/daise-ci-te-ber-ya-disewitine-yan-ji-bi-cekan-dikuje/
- Published: 2023-01-28T13:58:21.000Z
- Updated: 2023-01-28T13:58:21.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, Jin, Kobanî, Penaber, Sirûc, suruç, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

[Ji bo Ingilîzî Bitikîne](https://www.botantimes.com/the-first-thing-isis-does-is-burn-or-kill/)

> Rojekê em disa çûbûn zêvîyê. Me dît ku ji nişka ve dengên topa hat. Li alîyê malê me dûman radibû. Hinekan bang dikir û digot ‘Daîşê çi tê ber ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje'

Jineka ji Kobanîyê bi van gotinan behsa demên xwe yên dawîyê yên li bajarê xwe kir.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/penaber.jpg)

Bi sedan malbat, di sala 2014an de ji şerê Kobaniyê reviyane û xwe li Sirûcê girtine.

Jineka nexwest navê xwe eşkere bike ji Botan Timesê re got ka ew ‘çawa ji şer rêviya ye.’

Ew jin bi 5 zarokên xwe re di taxên kevn ên Sirûcê, xaniyekê bi hewşeka pîçûk û di du odeyan de dijî.

> Navberên me û şerî bi qasî 10 km hebû. Em êdî dengên top û çekan radibûn û rûdiniştin. Em hînê şerî bibûn. Êvar dibû me ronahî ya malê digirt lê bi tirs bûn.

## Ez pêxas reviyam

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/azadi.jpeg)

> Me kuncî çandibû, ew qas pir bû ku me 40 roja çandinî kirîbû. Ez û zarokên xwe sibê heta êvarî bi cilê gemarî nav kuncîyan bûn.

> “Em li zevîya kuncîyan bûn. Bi hatina DAIŞê, min pêxas zarokên xwe girt û erebeyê siwar kir. Ne cil ne pêlav tiştekî me tune bû bi tenê ew cilên gemarî dûr ve ketin”

> Gotin sînorê Tirkiyeyê vekirî ye her kes derbas dibe. Min li vir malê bavê xwe jî dît. Eskeran pêl têlê kir em derbas bûn.

## Em bi şîn û girî veqetîyan

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/kamp.jpg)

Xelkê Kobanîyê yên ji ber DAIŞê reviyane û hatine; Sirûcê

> Zilamekê me erebeyê xwe siwar kirin. Em çûne gundekî Sirûcê lê ew jî nezikê Kobanî bû. Em çend rojan li wir man. Paşê em çûn navbera Riha û Sirûcê kampekê bi cih bûn.  
>  
> 6 salan ez û zarokên xwe li wir bûn, wexta kamp rakirin em bi şîn û girî veqetîyan.

> Kesî min ê bişixule tune bû. Min dest bi şixulê kir. Zarîyên min niha diçin mektebê, ez jî diçim karê zêvîyê dikim. Em pembû, sîr û pîvazan berhev dikin. Ez ji xwe re di vê qulikê de dewra xwe dikim.