> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Demîrtaş: Hikûmet çi hîleyan bike bila bike..
- URL: https://www.botantimes.com/demirtas-hikumet-ci-hileyan-bike-bila-bike/
- Published: 2023-01-03T08:10:06.000Z
- Updated: 2023-01-03T08:10:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Uncategorized, 2023, Demirtaş, HDP, hilbijartin, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hilbijartinên 2023an li T24ê gotarek nivîsî .

Gotara Demîrtaş bi sernava "Guherîna mezin ya sersalê" hate weşandin.

Demîrtaş di nivîsê de dibêje “Hikûmet çi hîleyan bike bila bike, gel biryara xwe daye.”

Ew dîyar dike ku dê di sala 2023yan de ji bo Tirkiyê guherîna herî mezin pêk bê.

Li gor Demîrtaş yan wê komara Tirkiyê bi demokrasiyê bilind bibe, yan jî wê rejîma yekzilamî wekî ya padîşahan dewam bike.

Demîrtaş ji sala 2016an vir ve di girtîgeha Edîrneyê de girtîye.

Foto: Wikipedia