> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Demîrtaş: Tifaqa Talîbanê hatiye avakirin!
- URL: https://www.botantimes.com/demirtas-tifaqa-talibane-hatiye-avakirin/
- Published: 2023-03-27T07:36:13.000Z
- Updated: 2023-03-27T07:36:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Demirtaş, HDP, SelahatinDemirtaş, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaşî ji girtîgehê ji bo malpera Arti Gerçekê nivîsek weşand.

Demîrtaşî, di nivîsa xwe ya bi sernava, “Li hemberî Tifaqa Talîbanê em ê bi hev ra bi ser bikevin” da Tifaqa Cumhurê bi tûndî rexne dike.

Wî di nivîsa xwe da got; "Dibe ku ev ji bo jinan hilbijartina dawî be."

> Tifaqa Cumhurê, di dîroka sîyasî ya Tirkiyeyê da bûye bloka herî rastgir û herî paşverû. Cûreyek Tifaqa Talîbanê ava bûye.  
>  
> Demirtaş

## Çi bibû?

Tifaqa Cumhurê ku ji aliyê AKPê û MHPê ve hatibû avakirin ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê amadekarîyê dike.

Herî dawî partîyên BBP, Yenîden Refah û partîya Hûda Parê jî tevlî nava tifaqê bûbûn.

Tevlîbûna Hûda Parê bûbû sedema nîqaşan. Tê îddîakirin ku têkilîyên Hûda Parê bi Hîzbullahê re heye.