> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir
- URL: https://www.botantimes.com/dengbej-feyzoye-rizo-koca-dawi-kir/
- Published: 2023-11-08T12:32:55.000Z
- Updated: 2023-11-08T12:32:55.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir ku ew demek bû li bajarê Krasnodar yê Rûsyayê ji ber nexweşîya penceşêrê dihat tedawîkirin.

Feyzoyê Rizo ew du sal bûn pençeşêra madeyê lê peyda bûbû. Bi şev rewşa wî xerab dibe û ew canê xwe ji dest dide.

Li gorî nûçeya [Ajansa Mezopotamyayê](http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/223587?ref=botantimes.com) Cenazeyê Rizo dê sibê li bajarê Krasnodarê bê veşartin.

Dengbêj Feyzoyê Rizo sala 1954an li Êrêvana Ermenistanê li gundê Îçmezdînê hatiye dinyayê. Feyzoyê Rizo ji malbateka Êzidî ye ku wan sala 1915yan ji Îdirê koçî Ermenîstanê kirîye. Rizo birazayê dengbêj Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Rizo bi xêra Radyoyaya Êrêvanê navdar dibe û dengê wî digehije temamîya Kurdistanê. Dengbêj Rizo piştî sala 2003yan li gelek bajarên Kurdistanê beşdarîyê di mîhrîcanan da dike. Wî di gelek karûbarên çandî û hunerî da jî cih girtîye ku rola wî ya di fîlmê Vodka Lemon da yek ji wan ew e. Herwiha wî li ber bilêra Egîdê Cimo jî strandîye.