> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dengbêjê Ciwan Yûsif Aydin: "Dengbêjî Arşîvgeriyeke Zindî ye"
- URL: https://www.botantimes.com/dengbeje-ciwan-yusif-aydin-dengbeji-arsivgeriyeke-zindi-ye/
- Published: 2026-11-17T18:32:47.000Z
- Updated: 2026-11-17T18:34:20.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: bername

Dema ku behsa dengbêjiyê tê kirin, bi giştî kesekî pîr, bi şal û şapik û tizbî di dest de tê ber çavan. Lê dengbêjê ciwan Yûsif Aydin ne welê ye û balê dikişîne ser rola dengbêjiyê ya di parastina dîrok, ziman û çanda kurdî de. 

Aydin ku li ser qenala YouTubeyê ya Botan Timesê bû mêvanê bernameya "Dora Pirsê", diyar kir ku dengbêjî ne tenê hunereke muzîkê ye, lê di heman demê de beşeke girîng a dîroka devkî ya kurdan û "arşîvgeriyeke zindî" ye.

Aydin ku ji malbateke dengbêj tê û zarokatiya wî li gundekî girêdayî Farqînê di nav civatên dengbêjan de derbas bûye, da zanîn ku di serdemên beriya belavbûna pirtûk û amûrên tomarkirinê de, dengbêjan bûyerên civakî, dîrokî, evînî û kevneşopiyên civakê bi rêya deng û stranên xwe parastine û gihandine nifşên nû.

**Rola Dengbêjiyê di Serdema Qedexeyan de**

Li gorî gotinên Aydin, di salên ku zimanê kurdî qedexe bû de, civatên dengbêjan li malan bi awayekî veşartî li dar diketin û kasetên dengbêjan ji destan digeriyan da ku ev çand neyê jibîrkirin. Aydin wiha got: "Bi saya dengbêjan gelek gotin, peyv û awayên axaftina kevn heta roja me gihiştine."

Aydin dema ku dengbêjiyê ji biyaniyan re rave dike, wê bi "storyteller" (çîrokbêj) ya bi îngilîzî an jî bi hunera operayê ya li Ewropayê re dide ber hev, ji ber ku her du jî bûyerên dîrokî û evînî vedibêjin. Wî her wiha destnîşan kir ku berfirehiya erdnîgariya Kurdistanê bûye sedem ku di dengbêjiyê de meqamên cuda yên wekî Serhed, Botan, Behdînan û Makû derkevin holê.

**Ji Kilaman Heta Lêkolînên Qadê**

Aydin tenê bi gotina kilaman re sînordar nemaye; wî ji zarokatiya xwe ve dest bi berhevkirina kilam û çîrokan kiriye û ji bo vê yekê heta Gurcistan û Ermenistanê jî çûye da ku li pey şopa dengbêjan bigere û arşîveke taybet ji bo xwe ava bike. Wî diyar kir ku dengbêjî dikare ji bo dîroknas û lêkolîneran jî bibe çavkaniyeke girîng, ji ber ku di kilaman de agahiyên li ser jiyana civakî, adet û nerînên kurdan hene.

Di bernameyê de Aydin wekî mînak kilamên "Malcînar", "Bavê Fexriya" (bi meqamên Xerzan-Serhedê û Serheda Jorîn) û "Genc Xelîl" bi awayekî zindî gotin û çîrokên li pişt van kilaman parve kirin. Aydin diyar kir ku dema ew kilamekê dibêje, ew xwe dixe şûna karakterê wê bûyerê û wê êş an evînê dijî.

**Armanc û Xeyala Pêşerojê**

Yûsif Aydin di dawiya bernameyê de li ser projeyên xwe yên pêşerojê jî axivî û ragihand ku ew dixwaze kasetekê derxe ku ji sedî sed ji kilamên dengbêjan pêk bê. Armanca xwe ya sereke jî wiha anî ziman: "Ji bo ku zimanê me bêdeng nemîne, dîroka me neyê jibîrkirin û çanda me derbasî nifşekî din bibe, divê em dengbêjiyê biparêzin."