Dengbêjê ciwan Yusuf Aydın: Dengbêjî ne tenê gotina klaman ye, bîra gel e

Dengbêjê ciwan Yusuf Aydın: Dengbêjî ne tenê gotina klaman ye, bîra gel e

Nûçe: İnanç Yıldız

Hunermendê ciwan Yusuf Aydın, dengbêjî wekî "opera û dîroka devkî ya gelê Kurd" pênase dike. Wî di axaftinekê bi Şoperêç re bal kişand ku dengbêjî ne tenê gotina klaman e, lê her wiha felsefe, sosyolojî û bîra civakê ye. Li gorî Aydın, ev mîrasa kevnar di bin bandora teknolojî û globalbûnê de bi guherînên mezin re rû bi rû maye.

Yusuf Aydın, ku li navçeya Farqîn a Amedê hatiye dinê û di mala bapîrê xwe de bi guhdarîkirina klamên dengbêjan mezin bûye, got ku ev huner ji zaroktiya wî ve bûye beşek ji nasnameya wî.

Wî got: "Heger careke din werim dinyayê, ez dîsa dixwazim ji heman dayik û bav, di heman welat û di nav heman gel de werim dinyayê. Ji ber ku nasnameya min li ser van bingehan hatiye avakirin."

"Dengbêjî dîroka devkî ya Kurdan e"

Aydın diyar kir ku dengbêjî ji bo gelê Kurd tenê hunerek muzîkî nîne. Li gorî wî, di hundirê dengbêjiyê de dîrok, erdnîgarî, felsefe, sosyolojî, bawerî û hestên civakê cih digirin.

"Dema em dibêjin dengbêj, em tenê behsa kesekî ku klam dibêje nakin. Dengbêjî bîra gel e. Li gelek neteweyan opera an jî şêweyên hunerî yên wekhev hene. Ji bo Kurdan jî dengbêjî yek ji girîngtirîn mîrasên çandî ye."

"Ez xwe deyndarê gelê xwe dibînim"

Hunermendê ciwan got ku xwe deyndarê gelê xwe dibîne û got ku her kes divê ji bo çanda xwe tiştek bike.

Bi mînaka çîroka teyrê ku ji bo vemirandina agir damûyek av dibir, Aydın got: "Ya ku ji destê min tê ev e. Ez jî bi hunera xwe dixwazim ji bo gel û çanda xwe kar bikim."

"Dengbêjan dîroka me ya devkî parastiye"

Aydın bal kişand ku ji ber kêmbûna çavkaniyên nivîskî, dengbêjan di parastina bîra civakî de roleke girîng lîstine.

Wî got ku hin lêkolîneran destpêka dengbêjiyê bi Evdalê Zeynikê ve girê didin, lê li gorî wî Evdalê Zeynikê tenê dengbêjê herî navdar e û berî wî jî gelek dengbêj hebûn.

Dengbêjî li ser çar bingehan radiweste

Li gorî Aydın, hunera dengbêjiyê dikare di çar beşên sereke de were nirxandin:

  • Çîrokbêjî: Vegotina çîrok û destanên wekî Mem û Zîn.
  • Qewmînî: Klamên ku li ser bûyer û kesayetên rastîn ên dîrokî hatine gotin.
  • Derdbêjî: Klamên ku li ser kesayetên diyarkirî û trajediyên wan ava bûne.
  • Dilbêjî: Klamên evînî û hestyar ên ku ne li ser kesekî taybet hatine avakirin.

"Teknolojî rengê dengbêjiyê diguherîne"

Aydın bîr xist ku di dema qedexeyên li ser zimanê Kurdî de kasetên dengbêjan roleke mezin di parastina vê çandê de lîstine.

Li gorî wî, îro guhdar bi muzîkên nû re mezin dibin û ev rewş bandorê li şêwaza gotina klaman kiriye.

"Dengbêjiya îro wekî ya berê nayê qîmetkirin. Heger dengbêjî bixwaze bi nifşên nû bigihîje, mecbûr e xwe bi şertên serdema teknolojiyê re biguncîne. Lê ez ditirsim ku di vê pêvajoyê de ji xwezaya xwe ya kevnar dûr bikeve."

Di dawiyê de Aydın pêşbînî kir ku her çend di pêşerojê de dengbêjên nû derkevin jî, hejmara wan dê kêm be û şêwaza dengbêjiyê dê di bin bandora şertên serdema dîjîtal de her ku diçe biguhere.

"Ev nûçe bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya 'Bihêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal' de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.