> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dengdana li derveyî welêt bi dawî bûye û rêjeya beşdarbûnê ji tûra yekem zêdetir e
- URL: https://www.botantimes.com/dengdana-li-derveyi-welet-bi-dawi-bu-u-rejeya-dengdane-ji-tura-yekem-zedetir-e/
- Published: 2023-05-25T07:53:56.000Z
- Updated: 2023-05-25T07:53:56.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Proseya dengdanê li nûnertiyên derveyê welêt ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê bi dawî bû.

Lêbelê li deriyên sînorî dengdan dê heta 28ê Gulanê seat 17:00an berdewam bike.

Li gorî daneyan li derveyî Tirkîyeyê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene.

Li nûnertiyên derveyî welêt û li deriyên sînorî heta niha milyon û 900 hezar kesan deng dane.

Di tûra duyem a hilbijartinê da rêjeya dengdayîna derve ji tûra yekem bilindtir bûye.

Li Tirkîyeyê tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê dê di 28ê Gulanê da bê lidarxistin.

Berbijêrê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdogan û berbijêrê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu dê rikeberiya hev bikin.

> Hilbijartina Serokkomarîyê ya tûra yekemîn da:  
>  
> Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40  
>  
> Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96  
>  
> Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.

Lê ji ber ti berbijêr rêjeya 50+1 bi dest nexistibû, hilbijartina serokkomariyê derbasî tûra duyem bûbû.