> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dengdayîna li derveyî Tirkîyeyê dest pê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/dengdayina-li-derveyi-tirkiyeye-dest-pe-kiriye/
- Published: 2023-04-27T08:33:49.000Z
- Updated: 2023-04-27T08:33:49.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, AKP, CHP, deng, DIYARBEKIR, Ewropa, HDP, hilbijartin, Kurd, sandik, seçimler, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Dengdayîna ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ya li derveyî Tirkîyeyê dest pê kiriye.

Li welatên Ewropayê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene û kar û barê dengdayînê dê ji 27ê nîsanê heta 9ê gulanê bidome. Hilbijêr dikarin li 4 hezar û 969 sindoqên li nûnertiyan, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê hatine danîn dengê xwe bidin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li nûnertiyên derveyî welat ên 73 welatan û 156 deveran sindoqa danîne.

Bi destpêkirina kar û barê dengdayînê re ji bo welatiyên li derveyî welat dijîn, di saet 08.00an da ve li Balafirgeha Stenbolê sindoq hate danîn.

**Welatên Ewropayê yên ku sindoq lê hatine danîn û dîrokên dengdayînê wiha ne:**

> \* Li Almanyayê di navbera 27ê Nîsanê û 9ê Gulanê da (13 roj)  
>  
> \* Li Fransayê di navbera 27ê Nîsanê û 9ê Gulanê da (13 roj)  
>  
> \* Li Avûsturyayê di navbera 27ê Nîsanê û 9ê Gulanê da(13 roj)  
>  
> \* Li Danîmarkayê di navbera 27ê Nîsanê û 9ê Gulanê da(13 roj)  
>  
> \* Li Luksemburgê di navbera 27ê Nîsanê û 9ê Gulanê da (13 roj)  
>  
> \* Li Hollandayê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Belçîkayê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Ingilistanê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Swîsreyê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Norweçê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Awûstralyayê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Kanadayê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li DYA’yê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Yewnanistanê di navbera 29ê Nîsanê û 7ê Gulanê da (9 roj)  
>  
> \* Li Swêdê di navbera 1 û 7ê Gulanê da (7 roj)  
>  
> \* Li Fînlandiyayê di navbera 1 û 7ê Gulanê da (7 roj)  
>  
> \* Li Îtalyayê di navbera 3 û 7ê Gulanê da (5 roj)  
>  
> \* Li Polonyayê di navbera 3 û 7ê Gulanaê da (5 roj)  
>  
> \* Li Romanyayê di navbera 3 û 7ê Gulanê da (5 roj)  
>  
> \* Li Çekyayê di navbera 3 û 7ê Gulanê da (5 roj)  
>  
> \* Li Bulgaristanê di navbera 4 û 7ê Gulanê da (4 roj)   
>  
> \* Li Îrlandayê di navbera 5 û 7ê Gulanê da (3 roj)  
>  
> \* Li Spanyayê di navbera 5 û 7ê Gulanê da (3 roj)  
>  
> \* Li Japonyayê di navbera 5 û 7ê Gulanê da (3 roj)  
>  
> \* Li Macaristanê di navbera 5 û 7ê Gulanê da (3 roj)  
>  
> \* Li Bosna Hersekê di navbera 5 û 7ê Gulanê da (3 roj)  
>  
> \* Li Maltayê di navbera 6 û 7ê Gulanê da (2 roj)   
>  
> \* Li Moldovayê di navbera 6 û 7ê Gulanê da (2 roj)  
>  
> \* Li Portekîzê di navbera 6 û 7ê Gulanê da (2 roj)  
>  
> \* Li Sirbistanê di navbera 6 û 7ê Gulanê da (2 roj)  
>  
> \* Li Slovakyayê di navbera 6 û 7ê Gulanê da (2 roj)

Çavkanî (MA)