> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# ‘Deq û Dolabên Scapen’ dê ji bo zarokên li herêma erdhêjê were lîstin
- URL: https://www.botantimes.com/deq-u-dolaben-scapen-de-ji-bo-zaroken-li-herema-erdheje-were-listin-2/
- Published: 2023-03-23T07:01:18.000Z
- Updated: 2023-03-23T07:01:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, Kurd, Kurdî, Lîstik, Şano, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Lîstika Deq û Dolabên Scapen dê ji bo zarokên li herêmê erdhêjê were lîstin.

Şanoya Bajêr a Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku ew lîstika “Deq û Dolabên Scapen” ji bo piştevanîya xebatên zarokan ên li herêmê erdhêjê dê were lîstin.

Lîstik dê di 24 û 25ê Adarê de derkeve ser dikê.

> Li ser bingeha rastiya komediyê ku li gorî şert û mercên dîrokî û civakî diguhere, me tercîh kir ku “Dek û dolabên Scapen” ku yek ji komediyên klasîk ên şanoya Fransî ye, bi hêmanên hemdem û herêmî şîrove bikin. Ji ber cewherê komediyê, armanca me ew bu ku, em lîstik bigihînin asteke ku ji bo temaşevanên îroyîn wan nas bike û bi tîpên nas û mîzahên herêmî-çandî bigihînin hev.  
>  
> Şanoya Bajêr a Amedê