> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Derbarê rojnameger Rûşen Takva de lêpirsîn hatiye destpêkirin
- URL: https://www.botantimes.com/derbare-rojnameger-rusen-takva-de-lepirsin-hatiye-destpekirin/
- Published: 2023-03-31T11:32:03.000Z
- Updated: 2023-03-31T11:32:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Wanê rojnameger Rûşen Takva li hesabê xwe yê medya civakî ji ber HUDA PAR beşdarî Tifaqa Cûmhûrê bûye rexne kiriye. Li gor nûçeya [bianetê](https://bianet.org/kurdi/medya/276610-ji-ber-huda-pare-derbare-rojnameger-rusen-takva-de-lepirsin-hatiye-destpekirin?ref=botantimes.com) derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Takva di 11ê Adarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha gotibû:

"Bi tevlêbûna HUDA PARa ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Hîzbullahê re tê naskirin, bi tifaqa AKPê re eniya hilbijartinê zêdetir eşkere bû. Ji ber vê yekê komên nijadperest, rastgir û paşverû yên ku nakokiyên xwe yên navxweyî dan aliyekî, biryar dan ku bi yek eniyê tevlî hilbijartinê bibin.”

Ji ber vê parvekirinê Takvayî, bi îdiaya ku “kîndarî û dijminatî xistiye nav gel an go piçûk xistiye” bi fermana dozger çûye emniyetê û îfade daye polîsan.