> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dergûşa Koma Amedê, Dengê Serapê û Rîtma Niki-niki-nanna
- URL: https://www.botantimes.com/dergusa-koma-amede-denge-serape-u-ritma-niki-niki-nanna/
- Published: 2023-07-06T12:41:43.000Z
- Updated: 2023-07-06T12:41:43.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, Podcast, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

https://open.spotify.com/episode/2qCTJyqfmm00mWd3wiMafH?si=SQn8aL7BRvSObm7R0k8viA

Şairê Tirkî Şükrü Erbaş, di şiîreka xwe de şor û metaforan dibe ser *Dergûş*a Koma Amedê û solîsta wê komê Serap Sönmezê.  
  
Şiîra ku nav di orîjînalê de *Serap'ın Sesinde Ne Var?* e, bi meraqeka edebî, bi tercûmeyê li dû dikeve ka *Çi Heye di Dengê Serapê de?*  
  
Gorey wê şiîra Şükrü Erbaş, êvar heye di dengê Serapê de, ezman heye, Dîjle heye, û ew stran heye ku hikmê Celal Güzelses têrê nekiriye ku wê bi Kurdî bibêje: Barê giran yê tarîxê heye di dengê Serapê de, koçaxwerakirin û çûyîn, rîya Erzîncanê û alfabeyek heye ku hîn nû dest bi çêkirina cumleyan kiriye.  
  
Bi gotinên bi vî rengî di talîya şiîrê re Şükrü Erbaş dibêje di dengê Serap de ji *serwextbûnê wêdatir heye* û aştiyek heye ku ar-agir pê ketiye.  
  
Şükrü Erbaş sala pêşî ya sedsala 21an, sala 2000î, ew şiîr nivîsîye û eger meriv bibîne ku Koma Amed jî *Dergûş* di dawîya sedsala 20an re, sala 1997an derxistiye, ew ê bi hesabekî hezkirin û heyranî têda eşkere bibe ku wê albûmê dem û dewran, sedsal qulibandine.  
  
Zati meriv heyranî û hezkirina xwe ya şexsî deyne hêlekê jî ew ê *Dergûş* şaheserbûna xwe ji çend derên din îspat bike.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/image-w1280.webp)

*Güneşe Yolculuk*, Yeşim Ustaoğlu, 1999.

Mesela em ê straneka Dergûşê ji fîlma *Güneşe Yolculuk* ya Yeşim Ustaoğlu ya sala 1999an bibihîsin. Ji ber behs û meseleya vê fîlmê, dîsa dibe dibe ew, lê em ê ji fîlmeka sînemaciyê depresîf Zeki Demirkubuz jî bibihîsin straneka *Dergûş*ê. *Masumiyet* ku sala 1997an hatiye çêkirin, *Dergûş* ku wê salê derketiye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/07/Masumiyet-Cinerituel.jpg)

*Masumiyet*, Zeki Demirkubuz, 1997.

Tê zanîn Wezîrê Derve yê Tirkîyê yê sala 1999an İsmail Cem jî ew kaset hedîye didaye wezîrên Ewrupî û digotiye, "Binêrin li vê kasetê, muzîka Kurdî serbest e li welatê me."  
  
De ku tesîra vê Dergûşê li ser edebîyat, sînema û polîtîkaya Tirkan wisa be, ka kî wê kanibe hesab bike wê albûmê Kurd avêtine ber kîjan xeman û kîjan reqs û govend û semayan. Sohbetên edebî yên şopê dibin ser muzîkê zanin ku ji Mehmed Uzun heta Kawa Nemir, barek nivîskaran eserên xwe li ber vê kaseta Koma Amed nivîsîne. Tew ji bo albûmeka berî *Dergûş*ê, Havin Funda Saç û Kazım Öz berê kamerayên xwe dane ser trajedîyên muzîsyenên wê komê.  
  
Bes *Dergûş*... Şair-nivîskar İbrahim Halil Baran sala 2011an di nivîseka xwe de bi gotinên giran muzîka Kurdî dide ber top û tîran, lê di nivîsê de, dibêje *Dergûş*a Koma Amed, cihê wê cihê ye.

Elbet, elbet cihê ye: Ewqas cihê ye ku tê bîra birê wî, Baran serê salên 2000î li dikana bavê xwe, ku nav kiribû medreseya îrşadê, zar li xwe top dikirin û wan tev bi elektrod, rondele, bi tenekeyên rûn û bi nigên kursîyan rîtim didan ser rîtmên straneka *Dergûş*ê: "Haynikna, haynikna, nikinikinanna niknanna..."

**Çavkanî:**

Şükrü Erbaş, *Bütün Şiirleri - 3, Üç Nokta Beş Harf*, Kırmızı Kedi Yayınevi, 2012.

Yeşim Ustaoğlu, *Güneşe Yolculuk*, 1999.

Zeki Demirkubuz, *Masumiyet*, 1997.

Havin Funda Saç, *Zêmara Derengmayî*, 2016.

İbrahim Halil Baran, *Türkiye'de Kürtler ''Kötü Müzik'' Yapmak Zorunda Mı?!*, Kovara Tîroj, Hejmar: 50, 2011.

Koma Amed, *Dergûş*, Kom Müzik, 1997.

*Cem’den Avrupa’ya Kardeş Türküler*, Milliyet Gazetesi, 1999.