> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dermanên kurmancî:  tûzik û tolik
- URL: https://www.botantimes.com/dermanen-kurmanci-tuzik-u-tolik/
- Published: 2023-03-29T17:50:53.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:16:59.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, Amed, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di rojeka biharê ya Diyarbekirê da ji bo girtina wêneyên giyayê carekî din ber bi Dagkapiyê ve dimeşim. Hevala min a karî Yonca jî li cem min e.

Îro li vî bajarî bayekî zêde heye.

Ji ber bayê em nikarin çav û devên xwe vekin. Heftêya çûyî em çawa li ber lêhîyê ve çûn, îro jî ew qasî ba me difirîne.

Ji ber erdhêjê avahîyê Galerîayê jî hîlweşîyabû ku xebatên rakirina wî hîn jî dewan dike. Xelk êdî dixwazin rewşa ji erdhêjê dûr bikevin lê ev ba, tozên avahîyê radikê û li ser rûyên me dixe. Erdhêjê disa tîne bîra me. Hewayekê toz û xubar...

Di heman demê da jî îro roja 7an a rojîyê ye.

Ez li ber tableyên seyyar disekinim. Ji destpêka rojîyê vir ve her ku ji vir derbas dibim wan tableyan ve dinêrim. Vê carê tiştên li ser tableyan bi rêkûpêktir in. Keskayî bînîzamî hatine rêz kirin. Dixwazim wêneyekî bi îzîn bikîşînim.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_7535.jpg)

Em li ber komek însanan disekinin. Li vir gihayên biharê tên firotin. Ji kesê ku wan gihayan difiroşe, pirs dikim. Ka navê wan çîye, ji ber çî mirov wana dixwin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_7531.jpg)

Tolik

> Tama tolikê pir xweş e. Ev wek pincara tê kelandin ji bo nexweşîya qelban tê çê kirin.

Di nav wê komê da herkes tiştekî dîbejê. Hin kes dibejin tê kelandin, hin kes jî dibejin bişo û bîxwe ne hevceyî kelandinê ye.

**Ez û Yonca li ber kalekî disekinin. Ev li ber el erebasiyekê avê li ser tûzikên xwe direşîne.**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/IMG_7549.jpg)

Dema ku avê li ser tûzikên xwe direşîne.

Dibejê min ev tuzîk ji Hezroyê ani ye. Senîkekê vê gihayê jî 10 lîreyan difiroşe.

"Her roj ez wî gihayê berhev dikim û têm li vir difiroşim. Bi dolmûşê diçim û têm."

Wî ti agahî ne da me.

> Tûzik taybetî bi parastina wê ya li dijî penceşêrê û nexweşîya şekir tê xwarin. Kalsîyûma di nav ve gihayê de hestîyên mirov xurt dike. Êşa mîgrenê kêm dike û her wiha ji bo kêmkirina tansîyone tê emilandin.  
>  
> Google

Ez û Yonca û destikek tûzik êdî vedigerine ofîsa xwe. Yonca bi dengeki nizm strana Aram Tigranî ya bi navê 'Tuzik'ê dibejê û dikenê.

> Tûzik li ser ava ye  
>  
> Av li binya mala ye  
>  
> Pîr nexweş e bela ye  
>  
> Tûzik dermanê dila ye  
>  
> Pîrê rabû ser piya  
>  
> Gazî kire gundiya  
>  
> Eman hate li tûzikê  
>  
> Tûzik heyata hemîya  
>  
> Baranê rêşe rêşe  
>  
> Pîr nexweş e zehf diêşe  
>  
> Tûzik jê re bipêje  
>  
> Tûzik dermanê dilêşe

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/ji-bo-nexwesiyan-dermanen-kurmanci-1.html