> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# DFG: Di Nîsanê da 27 rojnameger hatine desteserkirin û 5 jî hatine girtin
- URL: https://www.botantimes.com/dfg-di-nisane-da-27-rojnameger-hatine-desteserkirin-u-5-ji-hatine-girtin/
- Published: 2023-05-06T11:07:03.000Z
- Updated: 2023-05-06T11:07:03.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Nîsanê” parve kiriye.

DFGê diyar kiriye ku di meha Nîsanê da Di raporê da hatiye gotin ku di qonaxa ber bi hilbijartina 14ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan da zext hatine zêdekirin. 27 rojnameger hatine desteserkirin û ji wan 5 jê hatin girtin.

*Hûrgiliyên rapora DFGê yên meha Nîsanê wiha ne:*

Binpêkirinên li dijî ewlehî û mafên jiyanî yên rojnamegeran

\* Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû mane: 4

\* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 13

\* Rojnamegerên hatin desteserkirin: 27

\* Rojnamegerên hatine girtin: 5

\* Rojnamegerên rastî kiryarên xirap hatine: 2

\* Rojnamegerên gef li wan hatiye xwarin: 2

\* Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin: 10

\* Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1

\* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 6

\* Rojnamegerên hatine cezakirin: 2

\* Cezayê girtîgehê: 3 sal, 4 meh û 17 roj

\* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, hejmara kesan 34

\* Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1ê Gulana 2023an heta niha): 86

\* Cezayên RTUKê (Ji bo 4 kanalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)

\* Hejmara cezayê sekinandina bernameyan: 4

\* Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1

\* Nûçeyên hatin astengkirin: 88

\* Naverokên Medyaya Civakî ên hatin astengkirin: 30”

Çavkanî: bianetkurdî