> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Di 4 salên dawî de herî kêm 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî jiyana xwe ji dest dane
- URL: https://www.botantimes.com/di-4-salen-dawi-de-heri-kem-18-kesan-ji-ber-wesayiten-zirxkiri-jiyana-xwe-ji-dest-dane/
- Published: 2022-01-28T08:48:20.000Z
- Updated: 2022-01-28T08:48:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, AbdulgaffarDayan, Cizîr, TİHV, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

**Li gorî daneyên Navenda Dokumentasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 4 salên dawî de 9 jê zarok 1 jê astengdar bi giştî 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî yan jî wesayîtên hêzên ewlehîyê û wesayîtên sazîyên fermî jiyana xwe ji dest dane. 14 ji wan zarok, herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.**

Mirina Abdulgaffar Dayan ê 23 salî ku di 24ê Çileya 2022an de li Cizîrê wesayîta zirxkirî lê dabû, mirin û birîndarbûna ji ber wesayîtên zirxkirî careke din êxiste rojevê.

Li gorî daneyên TİHVê yên par (2021) di encama li hev qelibîna wesayîtên hêzên ewlekariyê û saziyên fermî, di 9 bûyerên cuda de 4 jê zarok, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 6 jê zarok 15 kes jî birîndar bûne.

**Daneyên çar salên dawî ku TİHVê belavkirine wiha ne:**  
• Di sala 2018an de di 17 bûyerên cuda de 31 kes ku 6 ji wan zarok in, di encama qezaya wesayîtên hêzên asayîş û saziyên giştî de birîndar bûne. 7 kes mirine, 2 ji wan zarok û yek jê astengdar.  
• Di sala 2019an de di 6 bûyerên cuda de 2 jê zarok 3 kes di encama qezaya wesayîtên asayîşê û saziyên giştî de birîndar bûne. 3 kes mirine, yek ji wan zarok.  
• Di sala 2020an de di 2 bûyerên cuda de 1 kes bi lêxistina wesayîteka hêzên ewlehiyê birîndar bûye. 2 zarok mirine.  
• Di sala 2021ê de 6 kesan ku 4 ji wan zarok bûn di 9 bûyerên cuda de di encama lêxistina wesayîtên asayîşê û saziyên giştî de jiyana xwe ji dest dane; 6 jê zarok 15 kes birîndar bûne.