> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Di Adarê da herî zêde kîjan marqaya erebeyan hatiye firotin?
- URL: https://www.botantimes.com/di-adare-da-heri-zede-kijan-marqaya-erebeyan-hatiye-firotin/
- Published: 2023-04-05T13:36:04.000Z
- Updated: 2023-04-05T13:36:04.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Tirkîyeyê di bazara wesayîtên destê duyemîn da marqayên ku di meha Adarê da herî zêde hatine firotin dîyar bûne.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê di Adarê da herî zêde wesayîtên Fîatê, Fordê û Peugeotyê hatine firotin.

Li gor daneyên Komeleya Mobîlîte û Dîstrîbutorên Otomotîvê, îsal di meha Adarê da firotina wesayîtên destê duyem li gor Adara 2022yan ji sedî 61,7 zêde bûye.

Li gor daneyên Komeleyê belav kirine:

> 20 hezar û 521 wesayît yên Fiatê  
>  
> 11 hezar û 228 wesayîtên Fordê  
>  
> di rêza sêyem da jî 8 hezar û 857 wesayîtên Peugeoyê hatine firotin.  
>  
> Renault bi firotina 8 hezar û 220 wesatîyên bûye çarem,  
>  
> Volkswagen jî bi firotina 7 hezar û 703 wesayîtan ketiye rêza pêncan.