> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# DI MEDYAYÊ DE HEVPEYVÎN ÇAWA TÊN AMADEKIRIN?
- URL: https://www.botantimes.com/di-medyaye-de-hevpeyvin-cawa-ten-amadekirin/
- Published: 2021-10-26T08:33:00.000Z
- Updated: 2021-10-26T08:33:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: E-kitêb, Nûçe, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

**Ferid Demirel- Bianet**

*Ferîd Demirel, Edîtorê Bianet Kurdîyê ye. Ji*  
*Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê*  
*derçûye. Û niha dîsa li Zaningeha Marmarayê di beşa*  
*Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamayên*  
*Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw*  
*Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor,*  
*gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.*  

  
Pirs/pirskirin, bingeha karê rojnamegiriyê ye. Pirs  
û lêgerîna bersiva pirsan, tiştên esasî ne di karê  
rojnamegeriyê de. Pirsa ku rojnameger ji xwe bike, dibe  
ku bibe destpêka nûçeyekê ango hevpeyvînekê.  
Ez ê îro ji we re behsa hevpevyînan bikim. Lê beriya  
wê, divê em tiştekî zelal bikin. Di dezgehên medyayê  
de û rojnameger gelek caran hevpeyvîn û roportajan  
li şûna hev bi kar tînin. Roportaj û hevpeyvîn du tiştên  
cuda ne.

![RÖPORTAJ | Genç Yorum](https://www.gencyorumdergisi.com/wp-content/uploads/2021/06/roportaj-site.jpg)

**Roportaj di rojnamegeriyê de tişta herî zêde nêzîkî**  
**wêjeyê ango edebiyatê ye.**

Roportaj di rojnamegeriyê de tişta herî zêde nêzîkî  
wêjeyê ango edebiyatê ye. Di roportajê de çîrokbêjî  
heye. Li gorî nêrînekê, roportaj di navbera edebiyat û  
rojnamegeriyê de ye. Ji ber vê jî romana Tolstoyî ya bi  
navê «Şer û Aştî»yê jî weke roportajeke bêhempa tê  
dîtin.

  
Pirtûkên George Orwell, Jack London, Mark Twain,  
Ernest Hemingway, John Hersey weke mînaka  
rojnamegeriya edebî ango roportajê ne. Dîsa li Tirkiyeyê  
Yaşar Kemal, Fikret Otyam û Ara Güler jî nûnerên vê  
cûreyê ne. Robert Fisk, rojnamegerê amerîkî yê ku  
beriya demekê koça dawî kiribû jî yek ji wan e.  
Di rojnamegeriya kurmancî de em zêde rastî vê cûreyê  
nayên. Hin rojnamegeran dem bi dem bi vî awayî nûçe  
nivîsandine lê di rojnamegeriya kurdi ya kurmancî de  
zêde mînakên vê cureyîê nîn in. Ez dikarim roportajeke  
Gunay Aslanî weke mînak nîşan bidim. Aslanî di  
hejmara yekem a rojnameyê de 29ê Çiriya Paşiyê ya  
1991ê de bi ser navê “Xwîn Diherike Ji Malazgirê”  
reportajek nivîsandiye. Wê demê li gundekî Milazgirê  
cendermeyan gundî desteser dikirin û li qereqolê  
îşkence li wan dikirin. Gunay Aslan bi gundîyan re  
diaxive û çavdêriyên xwe jî lê zêde dike û weke roportaj  
diweşîne.  
Dîsa ez dikarim behsa pirtûka Murat Bayramî ya bi navê  
“Belkî Îşev Binive” bikim ku bi qasî ku ez dizanim di  
kurmanciyê de yekem e. Bayramî di vê pirtûkê de behsa  
şerên Cizîr, Sûr, Nisêbîn û çend navçeyên din dike ku  
çavdêriya wan kiriye.

  
Piştî vê destpêkê em vegerin ser mijara xwe ya esasî.  
Yanî em behsa hevpeyvînan bikin.  
Me got karê rojnamegeriyê û bi wê ve girêdayî  
hevpeyvîn bi pirsan destpê dike. Divê rojnameger ji xwe  
bipirse, “Ez dixwazim çi fêr bibim?”  
Her weha ev pirs jî girîng in: “Xwendevan, şopîner,  
temaşevan, guhdarên min dixwazin çi bizanin?”  
Bersiva van pirsan wê rojnamegerî ber bi mijara  
hevpeyvînê ve bibe.

  
**Ji bo çêkirina hevpeyvînekê hinek qonax hene.**

  
Amadekarî, têkiliya bi çavkaniyan re, pirs û guhdarkirin,  
şopandin. Herî dawî jî deşîfrasyon û weşandin. Rêza  
van qonaxan car caran cihên xwe diguherînin. Lê cihê  
her qonaxê li ku be jî ferq nake. Di dawiya dawiyê de  
divê qonax bi qonax pêk were.  
Ev qonax ji bo hemû platforman hema hema weke hev  
in. Tenê teknîk û hin detay cuda ne lê di hevpeyvîna  
televizyonan de jî, di ya radyo û podcastan, di ya  
rojname û kovaran de jî heman qonax hene.  
Di qonaxa amadekariyê de tişta herî girîng, piştî  
diyarkirina mijarê, lêkolîn e.  
Clyde Haberman ji bo hevpeyvînê wiha gotiye:  
“Lêkolîneke berfireh hîmê esasî yê hevpeyvîneke  
serkeftî ye”  

**Divê senaryoyeka te hebe**

Lêkolîn ji bo hevdîtinê gelekî girîng e.  
Beriya her tiştî divê senaryoyeke te hebe. Bêyî  
senaryoyê ango plansaziyê tişta ku tê xwestin baş  
birêve naçe.  
Em dikarin formulasyona vê qonaxê wiha çekin:

  
**»** Lêkolînê bike.  
**»** Mijareke demkî ji bo çîroka xwe diyar bike. Armanca  
sereke ya hevdîtinê ew e ku rojnameger jêgirtin,  
anektod û delîlan bi dest bixe.  
**»** Pirsan amade bike.  
**»** Bila nêrîneke we di derbarê hevpeyvînê de hebe. Van  
pirsan bikin û bersiva wan diyar bikin: Wê hevpeyvîn  
çawa destpê bike, çawa bi rê ve biçe? Kesê ku tu  
hevpeyvîn pê re dikî wê çawa tevbigere û yên din.  
Ev plansazî ango senaryoya ku di vê qonaxê de were  
amadekirin wê hêsaniyê di kar de bike. Wê bibe rêber ji  
bo hevpeyvîna ku tu dixwazî bikî.

![Röportaj Nedir? Röportaj Yapılırken Sözlü/Simultane Tercümenin Önemi » ADH  Translation](https://encrypted-tbn0.gstatic.com/images?q=tbn:ANd9GcQMxRiKUm9YJaeeuewIVSQ_5jixFmJK6hRz1Xfo77DDzNmWVGZZmA8H9OYNY5l3dbZA8iE&usqp=CAU)

  
John Brady, nivîskarê pirtûka «Hunera Hevpeyvînê» ji  
bo vê mijarê wiha gotiye: “Gotûbêjkarê/a xurt, dizane ji  
hevpeyvînekê çi armanc dike.”  
Piştî van tiştan dem û cih in ku wê hevpeyvîn lê bê kirin  
tên diyarkirin.

  
Berîya çûna hevpeyvînê, amadekariya teknîkê heye.  
Di hevpeyvînên ji bo televizyonan de kelûpel hinekî  
cidatir in lê ji bo yên din kêm zêde weke hev in. Pênûs  
û lênûskek, kamerayek, heke hewce bike laptopek û  
cîhaza dengtomarkirinê divê li ba te hebe. Di roja me de  
telefonên mobilê cihê kamera û cîhaza dengtomarkirinê  
jî digire. Divê tu van kelûpelan kontrol bikî û heke  
kêmasiyên wan hebin divê tu tiştên kêm temam bikî.  
Roj hat û tu çû cihê hevpeyvînê, divê tu derûdora  
xwe kontrol bikî. Cihê ku hûnê lê rûnên divê ne zêde  
qerebalix be da ku hûn bikaribin hev baş bibihîzin.

  
Di dema hevpeyvînê de bi qasî pirsan bersiv jî girîng in.  
Yanî guhdarkirin. Brady kesê/a hevpeyvînê dike weke  
lîstikvanekî/e kişikê dibîne.  
Pirsa xwe bike û bisekine, guhdar bike. Carl Bernstein,  
yek ji rojnamegerên ku bûyera Watergate-ê derxistiye  
holê û di encamê de Nixon, Serokê DYAyê dest ji kar  
berdabû wiha gotiye: «Nûçegihanên serkeftî ew in ku  
yên gelekî baş guhdar dikin.»  
Di encama van tiştan de hevpeyvînek pêk tê û qonaxa  
herî dawî ya deşîfrekirin û weşandin e.