> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Di roja yekem a dagirkerîya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de çi qewimî?
- URL: https://www.botantimes.com/di-roja-yekem-a-dagirkeriya-rusyaye-ya-li-ukraynaye-de-ci-qewimi/
- Published: 2022-02-25T07:22:37.000Z
- Updated: 2022-02-25T07:22:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Rusya, Rusya Ukrayna, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Di roja duyemîn a dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de saet di 10:00an de derbas bû. Dİ roja duyem de jî êrîş berdewam e, li bajaran û li paytext Kievê dengê teqînan bilin dibe

*Bi kurtî û ser ve tiştên ku qewimîn:*

- Roja înê serê sibehê li Kîevê teqîn çêbûn û balafireke şer hat xistin.
- Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky zû got ku "leşkerên sabotajker" ketine Kievê.
- Ji aliyê din ve li rojhilatê welat li herêma Xarkovê şerê eniya dijwar didome. Pevçûnên bi heman rengî li bajarên bakur û li başûrê bajarê Odessa yê Behra Reş jî dewam dikin.
- Li Çernobîlê jî pevçûn derket. Leşkerên Rûsyayê herêm xistin bin kontrola xwe. DYA’yê ragihand ku leşkerên Ukraynayê dîl hatine girtin.
- Bi hezaran Ukraynayîyan bajarên xwe terkkirin û dikin. Gelek kes hewl didin xwe bigihînin sînorê Polonya û Romanyayê.
- Lêbelê, piraniya Ukrayniyan li welêt dimînin. Gelek kes xwe spartin kozikan an jî rawestgehên metroyê. Li welêt seferberiya giştî hat îlankirin û hemû kesên ku çeka xwe di destê wan de hebû ji bo leşkeriyê hatin vexwendin. Destûr nayê dayîn mêrên 18-60 salî derkevin derveyî welat.
- Welatên rojava soz dan ku ew ê alîkariya leşker û pêdiviyên leşkerî yên Ukraynayê bikin.
- Serokê Fransa Emmanuel Macron telefonî Vladîmîr Pûtîn kir û jê xwest ku êrîşan rawestîne. Macron got ku hevdîtin "dil, rasterast û bi lez" bû.
- Li gelek bajarên Rûsyayê bi hezaran kes li dijî şer li kolanan xwepêşandan li dar xistin. Di van xwepêşandanan de bi sedan kes hatin girtin.