> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Di vê listika xwe de me dîsa pişta xwe da çanda Kurdî"
- URL: https://www.botantimes.com/di-ve-listika-xwe-de-me-disa-pista-xwe-da-canda-kurdi/
- Published: 2023-03-10T13:57:55.000Z
- Updated: 2023-03-10T13:57:55.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

> Lîstika me ya yekem li Mêrdinê û navçeyên wê rastî eleqeyeke mezin hat û vê yekê kir ku em dest bi xebatên lîstika nû bikin

Şaneşîn Performans bi lîstika xwe ya nû dê derkeve pêşberî şanohezan.

Navê şanoya nû “Penceşêr” e û wê di 18ê Adarê de li Mêrdînê derkeve ser dikê.

**Yek jî Lîstikvanên Şaneşîn Performansê, Şêrko Janzêm ji Botan Times re behsa lîstika 'Penceşêr' kir.**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/WhatsApp-Image-2023-03-10-at-16.06.39.jpeg)

*Şanolîz Şêrko Janzêm*

> Lîstika me ya nû yanî Penceşêr, ji lîstika Rojbûna Jokoyî ya Roland Toporê îlhama xwe girtiye. Penceşêr listîkeke performatîf e. Behsa têkilîyên kolonyal û dijkolonyal dike. Em bi vê yekê dixwazin ku temaşevanên me bila bikulin û xwe biêşînin. Lê li ber vê re jî bikenin û em jî ji wan re stranan bêjin.  
>  
> Texta wê lîstikê ji hêla hevalên me yên Diramaturg, Recep Îçen û M. Xalid Ertoşî ve li gorî çanda Kurdî hatiye amade kirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/FqxIYV8WAAA0q0b.jpg)

## "Me tenê nehêlin"

> Me di vê listika xwe de jî dîsa pişta xwe da çanda gelêrî ya Kurdî. Di lîstika me de sê listikên ku berê di nav civaka Kurd de dihatin lîstin hene û li gel wan stranên gelêrî jî hene.  
>  
> Em bi vê yekê hewl didin ku keresteyên edebîyata gelêrî derxînin ser dîke û dîsa pêşkêşî gel bikin. Bi qasî ku em karibin wan ji wendabûnê xelas bikin.  
>  
> **Dixwazim bi rêya we bang li şanohezên li Mêrdînê bikim di 18ê Adarê de me tenê**  
> **nehêlin.**

> Şaneşîn Performans di sala 2022an de li Mêrdinê ji hêla hin mamosteyên Kurdî û dildarên qada çand û ziman hatiye damezrandin. Di demeke kurt de me lîstika xwe ya yekem a bi navê "Bêcir" derxist. Lîstika li Mêrdinê û navçeyên wê rastî eleqeyeke mezin hat û vê yekê kir ku em dest bi xebatên lîstika nû bikin.

*Nivîskar: Roland TOPOR*  
*Rejî: Recep ÎÇEN*  
*Lêanîn û şanoname: M. Xalit Ertoşî/ Recep Îçen*  
*Dramatûrg: Sîya Savaş*  
*makyaj: Rênas Nas*  
*Anîmasyon û Grafîk: Şoreş Demîrcan*  
*Cil û Berg: Şêrko Janzêm*  
*Dekor: Erdal Açıl*  
*Teknîk: Ozgur Sînan Elîk*  
*Şêwirmendê Hunerê: Yaşar Denîz*  
*Afiş: Şoreş Demîrcan*  
*Berpirsiyarê Sehnê: E. Pîroz Şêr*  
*Lîstikvan: Abbas BAYHAN, Erdal AÇIL, E. Pîroz ŞÊR, M. Xalit ERTOŞÎ, Rênas NAS, Sakîne SALVACI, Serdar ZÎV, Şêrko JANZÊM, Şirîn SAXLAM*

**Şaneşîn Performans alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze.**