> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Diljen Ronî stranek (Kazacok) ji Albûma xwe ya nû weşand
- URL: https://www.botantimes.com/diljen-roni-stranek-kazacok-ji-albuma-xwe-ya-nu-wesand/
- Published: 2024-04-30T13:12:33.000Z
- Updated: 2024-04-30T13:12:33.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, Diljen Ronî, DIYARBEKIR, HDP, kazacok, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Diljen Ronî, ji albûma xwe ya nû ya bi navê “Ji Bîr Neke!” strana yekem "KAZACOK" weşand.

Ronî albûma xwe di du salan da amade kirîye ku ji 6 stranan pêk tê.

Wî ji bo albûma xwe serî li berhemên gelêrî û helbestvanên wekî Sebrî Botanî, Arjen Arî û Firat Cewerî daye. Herwiha di albûmê da stranek cih digire ku gotin û muzîk aîdê Diljen Ronî ne.

Diljen Ronî dê wan 6 stranan yek bi yek, di wextên cuda da biweşîne

Yekemîn strana albumê bi navê "Kazacok" bi taybetî ji bo 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê hat amadekirin.

Gotinên Kazacokê sirûda karkerên Awustûryayê ye û muzîka wê jî gelêrî ye. Albûm bi etîketa Kom Muzîkê li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin.