> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Dîroknas Hasan Yıldız dê kitêbên xwe îmze bike
- URL: https://www.botantimes.com/diroknas-hasan-yildiz-de-kiteben-xwe-imze-bike/
- Published: 2024-03-14T07:50:29.000Z
- Updated: 2026-05-17T21:33:00.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, HDP, Kurd, Kurdî, Rojnameger, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Dîroknas Hasan Yıldız li Stenbolê, li Medya Kitabeviyê dê kitêbên xwe îmze bike.

Bername 16yê Adarê, li Medya Kitabeviyê saet 15:00an dê dest pê bike.

Hasan Yıldız bi salan e li ser dîroka Kurdan kar û xebatan dike. Yekem pirtûka Yıldız sala 1989an de bi ser navê *Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler* çap û belav bûye. Herwiha di navbeyna van salan de gelek xebatên wî yên dî jî ji weşanên DOZ û Pêrîyê hatine çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku vê salê du berhemên wî yên ku dawîya salên 90î û di destpêka heman salê da weşandibû ji nû ve hatin çapkirin. Dîroknas Yıldız yekem berhema xwe ji nû ve revîze kiriye û dîsa bi heman navî çap kir. Her wiha ji ber 100 saliya Peymana Lozanê weşanxaneya DOZê berhama nivîskar ya bi navê *Fransız Arşiv Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan* jî ji nû ve çap kir.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/03/GIkRhE2W8AAjRsA.jpg)

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/hasan-yildiz-ne-netewedewlet-bereks-dewlet-newete-berze-bun-2.html