> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Divê nivîskarên Kurd li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin"
- URL: https://www.botantimes.com/dive-niviskaren-kurd-li-meji-u-dile-civaka-xwe-xwedi-derkevin/
- Published: 2023-03-16T14:47:51.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:23:43.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Mustafa aydogan, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Zimanzanê Kurd [Mustafa Aydoganî](https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/mistefaayydo-1.html) bang li nivîskarên Kurd ên ku bi Tirkî dinivîsînin kir.

Aydoganê ku ji Ajansa Surê re axivî dibêje, “Ji Kurdî re hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.”

Wergêr Aydoganî kitêba [Lalistan](https://www.lisyayinevi.com/lalistan?ref=botantimes.com)ê ya Metin Aydinî wergerandiya kurmancîyê. Wî di axaftina xwe de ji nivîskarên Kurd ên bi Tirkî dinivîsînin daxwaz kir ku li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin.

Derbarê nivîskarên Kurd ên ku bi tirkî dinivîsin Aydogan dibêje;

> Ez wisa difikirim ku ev nivîskarên ku li hember kurdî hesasiyeta pêwîst nîşan nadin, bi awayekî nerasterast be jî, pişt didin pêvajoya asîmîlasyonê ya bi êş.  
>  
>  
> Bi fikra min ev erk û berpirsiyariyeke rewşenbîrî ye ku mirov kurdî zêdetir hembêz bike. Di van şert û mercan de, bi awayekî aktîf li hember asîmîlasyonê raweste û li hember têkbirina dewlemendiya rewşenbîrî nirxên xwe biparêze.  
>  
> Mustafa Aydogan