> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Doza malbata Şenyaşara dest pê kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/doza-malbata-senyasara-dest-pe-kiriye/
- Published: 2023-05-12T09:36:14.000Z
- Updated: 2023-05-12T09:36:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di bûyera li dijî malbata Şenyaşar da, yekemîn rûniştina dosyayên "kargeh" û "nexweşxane" li 3emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletîyê dest pê kiriye.

3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê di “Dosyaya kargehê” da 37 sal û 9 mehan cezayê girtigehê dabû Fadil Şenyaşar û 18 sal jî dabûn Enver Yildiz. Lê dosya ji hêla Dadgeha Edlîye ya Herêmê ya Dîlokê ve hatibû xerakirin.

Her wiha “Dosyaya nexweşxaneyê” jî li 3emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê didome. Li ser daxwaza dadgeha îstînafê û parêzerên Malbata Şenyaşar, 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê biryara yekkirina her du dosyayan da. Piştî biryara yekkirina dosyayan, rûniştina ewil a dosyayê li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletîyê tê lidarxistin.

Di 14ê Hezîrana 2018an da li Sirûcê hevserê Emine Şenyaşarê û du kurên wê ji alîyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. Kurek wê hatibû girtin û ji ber vê 2 sal in ew û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edlîyaya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.