> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# DW: Em hewil didin beşa kurdî vekin!
- URL: https://www.botantimes.com/dw-em-hewil-didin-besa-kurdi-vekin/
- Published: 2024-10-21T17:06:37.000Z
- Updated: 2024-10-21T17:06:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Nûçe, Ziman, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Berpirsê Giştî yê Weşana Tirkî yê *Deutsche Welle*yê (DW), Erkan Arikan îro li Diyarbekirê bû. Arikan ji bo bernameya Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî (GGC) hatibû bajarî.

Li ser pirsa Botan Timesê, Arikanî diyar kir ku ev demek e ew hewil didin beşa Kurdî ya DWyê vekin. Wî got bûtçeya wan a sala 2025ê dê bê dîyarkirin heger çêbibe wan nîyet heye sala 2025ê an 2026ê beşa Kurdî vekin.

Arikanî diyar ku dema ew beşa Kurdî vekin ew dixwazin li Diyarbekirê ofîsa xwe vekin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/DW-Arikan.jpg)

## Deutsche Welle

**Deutsche Welle** (bi kurtî **DW**), saziyeke ragihandinê ye ku ji bajarên Bonn û Berlînê yên Almanyayê bi 30 zimanên cûda bi rêya radyo, televîzyon û înternetê weşanê dike bo derveyî welêt. Xizmeta radyo û înternetê li Bonnê ye. Di dema Şerê Sar de wek Dengê Almanyayê dihat naskirin.

Çavkanî: Wikipedia, Botan Times