> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# E-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/e-pirtuka-gotinen-derunkoleri-derketiye/
- Published: 2026-08-27T09:29:49.000Z
- Updated: 2026-08-27T09:29:49.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Pirtûk

Weşanxaneya Çandnameyê e-pirtûka "Gotinên Derûnkolerî" ya derûnnas Brahîmê Alûcî weşandiye. Ev berhevoka ku ne roman e û ne jî xebateka akademîk e, ji sedan aforîzmayên li ser derûnîya mirovê bindest pêk tê.

Berhem ji du beşên mezin pêk tê. Di beşa yekem de aforîzmayên ji peyva "Ajoyên jiyanê" heta "Ziman" li gorî alfabeyê hatine rêzkirin; beşa duyem jî ji ferhengoka têgihên derûnkoleriyê yên mîna ego, îd û derhişiyê pêk tê. Alûcî şêwaza aforîzmayê bi kar aniye da ku xwendevan hêdî bixwînin û pêlên wê di hişê xwe de hîs bikin.

Nivîskar îdeolojiya derûnnasên naskirî yên mîna Freud, Lacan, Winnicott û Fanonî ji bo analîzkirina civak û zimanê kurdî bi kar aniye. Li gorî e-pirtûkê, ziman mala mirovan e û dûrketina ji zimanî dûrketina ji xwebûnê ye. Her weha bindestî ne tenê rewşeka siyasî ye, dagirkirina hişî ye û trawma jî di bêdengiyê de dimîne heta ku cihekî ewle bibîne.

Bikaranîna zimanê kurdî di vê berhemê de kiryareka siyasî û derûnî ya berxwedanê ye. Ev e-pirtûka ku li Mêrdînê hatiye amadekirin, hewldaneka edebiyata fikrî ye. Berhem bêtir weke dergehekî ye ku rê li ber lêpirsînên nû yên di hişê xwendevanan de vedike.

[1Gotinên Derûnkolerî (Psychoanalysıs)1Gotinên Derûnkolerî (Psychoanalysıs)![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/icon/favicon-56f043d3-9a48-42ab-be89-c762d837b1d1.ico)![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/thumbnail/shot-59edbaac-11c3-41a8-bd33-586a50b373e5.jpg)](https://online.pubhtml5.com/oawgi/ztdx/?ref=botantimes.com)

bitikîne û bixwîne