> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Eceba bi kurdî 'Ozon Deliği' çi bû?
- URL: https://www.botantimes.com/eceba-bi-kurdi-ozon-deligi-ci-bu/
- Published: 2023-04-24T19:04:14.000Z
- Updated: 2023-04-24T19:04:14.000Z
- Author: Selahattin Bulut
- Tags: Nivîskar, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ez û Laleş Qaso di salên 80ê yî de li hefsa Diyarbekir a 5 Nolu de çend salekî li ba hevdu man.

Laleş di hefsê de hîn zêde du tişt dikirin, yek jê li hinduro û li hewşê weha tim dimeşiya; ya duda jî wextê dimeşiya di hişê xwe de peyvên kurdî berev dikirin. Ji çi re çi tê gotin, gava dimeşiya wî miheqeq didît. Wextê navê gotinekê didît pir kêfa wî dihat, carê dihat ew gotin û kêfa xwe bi min re parve dikir.

Rokê me taştiya xwe kiribû, Laleş jî hê dest bi meşa xwe nekiribû, em rûniştinin rojnameyên wê rojê dixwînin. Gotinekê bala min kişandibû: 'Ozon Deliği' Ew meraqa peyva ji Laleş derbasî min jî bûbû, eceba bi kurdî 'Ozon Deliği' çi bû? Ez rabûm derketim hewşê û meşiyam, lê tiştek nehat heşê min. Li hewşê Laleş jî dimeşiya, min ’Ozon Deliği’ dewrî wî kir û li ber dîwêr rûniştim. Çend cara çû û hat, dû re hat li ber min sekinî û keniya. Min got: ‘’De ka hela bibê, çiy e?’’ Got: ‘’Ozon Deliği ‘Qûna Dinyê’ ye!’’