> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ecem: Xeyal dikim bibim Qiralîçeya Popa Kurdî
- URL: https://www.botantimes.com/ecem-xeyal-dikim-bibim-qiraliceya-popa-kurdi/
- Published: 2024-07-26T09:40:27.000Z
- Updated: 2024-07-26T09:40:27.000Z
- Description: Keçeka ciwan dema bi rîtmên enerjîk li ber mîkrofonê direqise bi gotinên stranên Ciwan Haco û Xêro Ebas xwe li ber pêlên mûzîkê diberde… Heger we jî li klîbeka bi vî rengî temaşe kiribe hûn jî îhtimalek mezin Ecemê nas dikin. Lê ka werin em ji nêzîktir ve wê nas bikin. Min li ser navê we pirsî wê be
- Author: Murat Bayram
- Tags: Hevpeyvîn, SERNÛÇE, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Keçeka ciwan dema bi rîtmên enerjîk li ber mîkrofonê direqise bi gotinên stranên Ciwan Haco û Xêro Ebas xwe li ber pêlên mûzîkê diberde…

Heger we jî li klîbeka bi vî rengî temaşe kiribe hûn jî îhtimalek mezin Ecemê nas dikin. Lê ka werin em ji nêzîktir ve wê nas bikin. Min li ser navê we pirsî wê bersiv da.

## Ez keça malbateka dengbêj im! Em Diyarbekirî ne

Dê û bavê min her guhdarîya dengbêjan dikirin. Carinan wan bi hev re jî digot. Wan gelek hez ji mûzîkê û dengbêjiyê dikir. Ji beriya ku biçim dibistanê mûzîk di jiyana min de hebû. Li dor û berê mala me zevîyên dexilî hebûn. Hingê me li ber mûzîka komeka bi navê [Hepsi](https://www.youtube.com/watch?v=--IOqagd0A0&ref=botantimes.com) reqs dikir. Heta me pêşbirk dikir. Em Diyarbekirî ne. 98ê ez hatime dinê.

## Xêro Ebas: Tam bûye mûzika “beach\*”an!

Min li Zanîngeha Marmarayê beşa mamostetîya/dersdarîya mûzîkê xwendiye. Xeyal dikim bibim Qiralîçeya Popa Kurdî :) Ez dersên pîyanoyê didim.

Dema stranan dibêjim an li enstrûmanekê didim ji dinê diqetim û diçim dinyaya xeyalan. Li wê derê çi bixwazim wê hest dikim. Heta carinan ji bo careserkirina xemên xwe diçim wê derê.

Xero Ebas ji bo stranên min got, tam bûye strana “beach”an. Ciwan Hacoyî jî got stran bûye tarzeka di standardên dinyayê (navneteweyî) de.

*\*Beach: Ber-behr, perav*

## Piştgiriya min kirin

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/07/ecem-2.png)

Di zarokatiya min de bavê min ez birim qurseka li Ofîsê ji bo hînî pîyanoyê bibim. Ji bo vê projeyê jî Olcay Bozkurt ked da. Wî em kom kirin. Paşê Mikaîl Aslanî jî alîkarîya wî kir ku em peywendiyê bi stranbêjan re danin.

## Mûzîk tam li navenda heyata min e!

Mûzîk karê min e. Yanî ez mamoste/dersdar im. Hem karê xwe dikim hem jî şova xwe dikim hehe… Mûzîk tam li navenda heyata min e!

Ekîba Ecemê:

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/07/Ecem-ekib.jpeg)

Orchestra / Koma muzîkê / Orkestra  
Guitar / Gîtar : Yunus Atış  
Drums / Dahol/ Davul :Öner Karacuha  
Bass: Olcay Bozkurt  
Keyboard / Klavye : Ferhat Can Altıntaş  
Video Clip & Fx Sound / video clip & Deng : Bora Çifterler  
Sound Engineer : Doğan Saldanlı  
Mix: Doğan Saldanlı  
Mastering: Ozan Demir  
Sound Engineer Assistants/ Alîkarên asîstanên endezyarê a deng : İdil Cemre Işık & Ceren Kartal  
Make up and styling / makyaj û Cilûberg / makyaj ve kostüm : Ezgi Can Görür

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/ecem-my-dream-is-to-be-the-queen-of-kurdish-pop/?ref=botantimes.com)