> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye
- URL: https://www.botantimes.com/ekrem-imamoglu-iqtidar-ji-kontrole-derketiye/
- Published: 2024-11-04T08:08:16.000Z
- Updated: 2024-11-04T08:08:16.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Nûçe, Rojev, Batman, Mêrdîn, qeyûm, Riha, Xelfetî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman da li ser hesaba xwe ya Xê peyamek belav kir û got îqtîdar ji kontrolê derketîye.

Îqtidar ji kontrolê derketîye, gotin û kiryarên îqtidarê hev nagirin. Ev berî hefteyekê ye Ahmet Turkê ligel berdestkê serokkomarî silaheta malbatan dikir, vê hefteyê bûye terorîst. Di demokrasîyê da îradeya hilbijêran tiştê esasî ye. Heke ew kesê hilbijartî, ji karê xwe bê derxistin divê şûna wî dîsa kesekî hilbijartî yanî kesekî ji endamên meclîsê bê ser karî.

**Çi Bûbû**

4ê Mijdarê, vê spêdê wezareta karên navxwe daxuyanîyeka nivîskî belav kirîye û destnîşan kirîye ku qeyûm tayîn kirine bo şaredarîya Mêrdîn, Batman û navçeya Rihayê Xelfetîyê. Piştî vê yekê xelk li ber derê şaredarîyan kom bûne. [Şaredar û gelek kesan](https://www.botantimes.com/bo-merdin-batman-u-xelfetiye-qeyum-tayin-kirine/) jî daxuyanî dane derbarê wê yekê da.