> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin"
- URL: https://www.botantimes.com/em-e-isal-bi-dileki-xemgin-bi-sina-deh-hezaran-kesan-le-bi-ruhe-newroze-li-qadan-bin/
- Published: 2023-03-10T09:44:37.000Z
- Updated: 2023-03-10T09:44:37.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, deprem, DIYARBEKIR, erdhêj, HDP, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Starta çalakiyên a Newroza 2023an hat dayîn.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi sernava "Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin" daxuyanî dan.

Li Amedê Newroz roja Sêşemê 21ê Adarê li Parka Newrozê dê were pîrozkirin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/03/4f088639-8f11-46b9-9d75-6d05e9a8f1a7.jpg)

Wêne : Arîf Bulut

> **Her Der Newroz Her Dem Azadî**  
>  
> Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.  
>  
> Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.   
>  
> Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.   
>  
> Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Öcalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.  
>  
> Siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023\`an e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e.   
>  
> Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.  
>  
> Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.  
>  
> Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî.  
>  
> Em dibêjin, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad.   
>  
> **Bijî Newroz!**  
>  
> Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  
>  
> Partiya Herêmên Demokratik (DBP)  
>  
> Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  
>  
> Partiya İnsan û Azadî (PÎA)  
>  
> Partiya Demokraîk a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T)  
>  
> Partiya Azadî   
>  
> Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP)  
>  
> Tevgera Jinên Azad (TJA)  
>  
> Yêkîtiya Platforma Jinên Kurd