> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Em hunermend, ji roja pêşiyê ve li cihên erdhêj lê çêbûyî dixebitin
- URL: https://www.botantimes.com/em-hunermend-ji-roja-pesiye-ve-li-cihen-erdhej-le-cebuyi-dixebitin/
- Published: 2023-02-27T08:03:16.000Z
- Updated: 2023-02-27T08:03:16.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ji roja destpêkê ve gelek hunermendên kurd; şanoger, stranbêj, lîstikvanên fîlman... wek dildarên alîkarîyê hewil didin alîkariya mexdûrên erdhêjê bikin. Yek ji wan hunermendan Şêrko Kanîwar e.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/02/Serko-Kaniwar-edited.jpeg)

Şêrko Kanîwar - Wêne: Arşîva wî

Piştî 6ê Sibatê erdhêj çêbûyî li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî herî kêm milyon û nîv kes bêmal û hal bûne. Jimara kesên mirîn hêj ne dîyar e lê li gor jimarên fermî yên dewleta Tirkiyeyê heta niho jimara miriyan ji 44 hezaran borîye.

Şêrko Kanîwar ji bilî ku mûzîsyenek e, ew wek kordînator û dersdarê Zarok Mayê bi xebatên xwe yên hînkirina mûzîka kurdî ji bo zarokan tê nasîn.

Kanîwarî di vê rewşê de li ser xebatên xwe û tesîra mûzîkê bersiva pirsên Botan Timesê da.

## We çi kir?

Em hema di roja yekem de wekî sazîyên çand û hunerê gihîştin herêmên erdhejê.  
Bi qasî 9 rojan em tev li koordînasyonên belavkirina alîkarîyan bûn. Ji alavdaxistina ji TIR’an bigirin heta bi tasnîfkirina alav û belavkirina wan a li gund û tax û navendan...

Her wiha ji alîyekî ve jî me hewil da li hemû herêman xebata fîzîbîleteyê bikin bo çalakîyên hunerî yên zarokan.  
Ji ma musicê jî hevalên me bi Tora Rêveberîya Krîzê a Mafê Zarokan a Amedê re ji 3 rojan carekê diçin Semsûrê û tev li xebatên zarokan dibin.

## Çi tesîra mûzîkê heye?

Muzîk dikare stresê kêm bike.  
Dikare bîra mirovî xurt bike,  
Dibe alîkar da ku serî bi xemginîyên xwe re derxînin.  
Dikare motîvasyonê û hêza manewî xurt bike.  
Muzîk dikare mirov qewîm bike,  
Tesîreka pirr xurt a erênî li ser derûnîya mirovî dike.  
Muzîk berîya her tiştî dikare xwe bi hêsanî bigihîne dil û hişê zarokan û tesîreka pozîtîf li ser ruhê wan bike.