> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Em li ser êrîşa New Orleansê çi dizanin? - The New York Times
- URL: https://www.botantimes.com/em-li-ser-erisa-new-orleanse-ci-dizanin/
- Published: 2025-01-02T12:57:56.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:23:27.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Cîhan, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Di êrîşeka terorî de, li New Orleansa Amerîkayê herî kêm 15 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne. Êrîşkar di şeva serê salê de bi kamyonetekê êrîşî xelkê kiriye û paşê di pevçûneka çekdarî de hatiye kuştin.

## Êrîş çawa pêk hatiye?

Li gorî Serwezîra Polîsê New Orleansê Anne Kirkpatrickê, êrîşkar di saet 3:15ê sibehê de bi kamyoneta xwe li kolaneka French Quarterê bi leza zêde ajotiye û berê xwe daye nava xwelkê. Piştî qezayê di navbera êrîşkar û sê polîsan de pevçûneka çekdarî derketiye. Du polîs di pevçûnê de birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

## Êrîşkar kî ye?

Shamsud-Din Bahar Jabbar yê 42 salî berê endamê artêşa Amerîkayê bûye û heşt salan di artêşê de xizmet kiriye. Wî di sala 2007ê de dest bi karê leşkerîyê kiriye û heta 2015ê di artêşê de maye. Di navbera 2015 û 2020ê de jî di hêzên rezervê yên artêşê de xebitiye. Jabbar di Efxanistanê de jî wezîfe girtiye û wek pispor di beşa teknolojîya agahîyê de kar kiriye.

## Têkilîya bi DAIŞê re

Serokê Amerîkayê Bidenî ragihandiye ku ev êrîş ji alîyê rêxistina terorî ya DAIŞê ve hatiye plankirin û handan/teşwîqkirin. Li gorî rayedarên ewlehîyê, Jabbar di vîdeoyên medyaya civakî de sonda dilsozîyê ji DAIŞê re xwariye. Di nav kamyoneta wî de alaya DAIŞê, çek û amûrên teqemenîyê hatine dîtin.

## Qurbanîyên êrîşê kî ne?

Di nav kesên ku di êrîşê de mirine de:

- Ni'Kyra Cheyenne Dedeaux a 18 salî ku dê di vê mehê de dê dest bi perwerdeyê bikira
- Tiger Bech ê 27 salî ku berê li Zanîngeha Princetonê lîstikvanê futbolê bû
- Kareem Badawi yê xwendekarê Zanîngeha Alabamayê
- Reggie Hunter ê 37 salî yê ku bavê du zarokan bû

## Rewşa ewlehîyê niho çawa ye?

FBIyê dest bi lêkolînên berfireh kiriye û li New Orleansê û eyaletên dî gelek cih hatine lêgerîn. Rayedaran dîyar kiriye ku ew li ser îhtîmala ku êrîşkar bi tenê tevnegerîyabe disekinin. Piştî êrîşê li French Quarter û derdorê gelek amûrên teqemenîyê hatine dîtin.

## Bandora li ser bajêr

Lîstika Sugar Bowl a futbolê ya ku dê roja çarşemê bihata lîstin, hatiye paşxistin û dê roja pêncşemê bê lîstin. Herwiha, beşek ji kolana Bourbon Street ku di bin lêgerînê de ye, hatiye girtin û xelk nikarin derbasî wê derê bibin.

Çavkanî:

- The New York Times
- Botan Times