> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Em ne dikarin bi saxmayîna xwe şa bibin û ne jî..."
- URL: https://www.botantimes.com/em-ne-dikarin-bi-saxmayina-xwe-sa-bibin-u-ne-ji/
- Published: 2023-04-01T13:53:09.000Z
- Updated: 2023-04-01T13:53:09.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li herêma erdhêjê barê giran dîsa li ser milê jinan ê. Hewl didin ku hem birînên xwe û hem jî yên zarokên xwe derman bikin.

Gelek sazî û kesayet jî ji bo alîkarîya jin û zarokan çûne heremê. Yek ji wan kesan Roza Yazmaci ye ku ji Botan Timesê ra behsa rewşa jinên li wir kir.

Pispora Anestezîyê Roza Yazmaci wek dildar çûye û bi ekîbên tenduristîyê ra li Semsûrê mehekî zêde maye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/04/7ef05a54-dccc-4cc9-9cc5-4d14e76babd8.jpg)

> Ji ber erdhêjê herî zêde jin mexdûr bûne. Ji bo jinan, di konên bêhîjyenîk da xwedîkirina xwe û zarokan xwe pir zehmet e. 7-9 kes di konekî da dijîyan, lewma jî hemû bar ji jinan ra dimanîya. Jinan digotin ku 'Em ne dikarin bi saxmayîna xwe şa bibin û ne jî ji bo mirîyên xwe xemgîn bibin." Li wir şîneke li paş ketî heye.  
>  
> Roza Yazmaci

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/04/34362d71-21e4-45f1-9693-db6004488a12.jpg)

> Cihên tuwalet û serşokê pir kêm bûn, gelek jinan di malên xwe yên di nîv wêranbûyî da serên xwe û yên zarokên xwe dişûştin. Ev şert û mercên dijwar ji bo jinan bûbû sedema nexweşîyan. Nexweşîyên enfeksîyona mîzê, vajînît, girî û sipîh zêde bûbû.

**Rozayê got ku jinên ku ji ber sermayê dest û lingên wan terikîne di wê sermayê da jî nan û şîvan çêdikirin.**

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/04/aa87831b-7ba0-4b50-82f6-b3e26de41a46-1.jpg)

> Bo mînak jineka 56 salî hebû. Mêrê wê û çend zarokên wê rojek berîya erdhêjê ew terikandibûn. Ew jî neçar mabû bi keçeka xwe û malbata wê ra di konekî de bijîya. Nû zarokekî keça wê çêbibû. Pîrê ji ber wî rewşê nerehet dibû. Ji ber ku mêr û zarokên wî tunebûn, nikaribû alîkarîyên dewletê ji xwe re bîne.