> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Em ne li pey têrxwarinê ne, tamê bide şîvê bes e"
- URL: https://www.botantimes.com/em-ne-li-pey-terxwarine-ne-tame-bide-sive-bes-e/
- Published: 2023-01-09T17:03:34.000Z
- Updated: 2023-01-09T17:03:34.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ji serê salê û vir ve ji bo goştê sor di nava hefteyekê de 3 caran zam hat kirin û goştê herî erzan jî ji 200 lîreyî derbas bû.

Xwarina herî navdar a Amedê kezeb jî ket ber çerxa van zaman. Xwedîye Cigercî Îboyê, got ku "Kezeb niha bûye xwarineke lûks."

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/IMG_6709.jpg)

Wî diyar kir ku porsîyona kezebê ji 80 lîreyê bûye 100 lîre. Mişteriyên ku hefteyê carekê tên niha mehê carekê tên û dixwin.

**Jimara mişterîyan kêm bûye**

Qesebê ku 15 sal in vî karî dike ku naxwazê navê wî eşkere bibe da zanin ku ji ber buhabûna goştî, 5-6 meh in jimara mişterîyan kêm bûye.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/IMG_6740.jpg)

“Mişterîyên me yên dewlemend her meh 20 kîlo dikirîn lê niha 2-3 kîlo ancax dikirin.

Berê feqîr dihatin kîloyek qiyme dikirîn lê niha bûhayê 10-20 lîreyan dikirin. Kesên ku nikarin goştî bikirin jî bezê dûvikan dikirin. Dibejin em ne li pey têrxwarinê ne hema tehma xwe bide şîvê, bes e. “

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/IMG_6703.jpg)

Wî got:

"Goşt herî pir tê ixracatkirin. Dişînine derve ji ber vê li Tirkîyê her ku diçe bûha dibe, êdî kes nikarin çend kilo goşt bike di dolabê xwe de.